TEBQA – Di çarçoveya hemleya “Cenga azadiyê serbixin” ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger hatiye destpêkirin de, Tevgera Ciwanên Şoreşger li Tebqayê gelek çalakî li dar xistin, di nav de pirtûkxaneya gerok, gelek semîner ji bo danasîna hemleyê û danasîna Rêber Abdullah Ocalan û meşên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û daxwaza azadiya Rêber APO kirin.
Di nava van çalakiyan de gelek wêneyên li ser dîwaran di nava Tebqayê û li bejahiya gundan hatin xêzkirin û diruşmeya vê hemleyê hatin hilgirtin. Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqayê “Diya Eldîn El-Mihemmed” destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê wê ev çalakî bidomin.