QAMIŞLO- Encumana Ciwanên Kurd, li bajarê Qamişloyê, li navenda Meclîsa Sûriya Demokratîk derbarê rola ciwanan di şoreşê 19’ê Tîrmehê de û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo komxebatek li dar xist. Sazî û rêxistinên wek ku Tevegra Ciwanên Şoreşger yên Sûriyê, Yekîtîya Jinên Ciwan, ciwanên TEV-DEM, ciwanê PYD, ciwanên Partîya Pêşeroj, ciwanên MSD, ciwanên Partîya Goran ên Başûrê Kurdistanê, Tevgera Xwendekarên Demokratîk û ciwanên Partîyê Lîberal tevlî vê komxebatê bûn .
Di komxebatê de bi berfirehî nîqaş li ser rola ciwanan di şoreşa 19’ê Tîrmehê de hat kirin û her wiha ciwanan bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo.
Komxebatê bi encamnameyekî bi dawî bû:
Di sedsala dawî de, bi parçekirina duyemîn a Kurdistanê ku piştî komplo û hevpeymanên kampax ku tevlîhevîyek gelekî mezin bi navê qaşo Aştiyê çêbû, bêrol hiştina gel û ciwanan yek ji encamên herî berbiçav in jê ne. Şoreşa 19 Tîrmehê weke bersivekî bi wateyekî gelekî mezin û hêja ji van perçiqandinên ku em tê de dijiyan. Bi pêşengtîya ciwanan û bi taybetî ciwanên kurd ev şoreş dest pê kir û bi kedên bi hezaran şehîd û bi deh hezarên hevalên gazî û birîndarên şer ev rêveberîya heyî hate avakirin û yên ku ev sazên rêveberî, civakî û leşkerî ciwanên me yên hemû pêkhatêyan bi taybetî ciwanên kurd ên ku dixwazin hinekî ji keda Serokatî û şehîdan lê xwedî derkevin.
Di dîroka 23.07.2023 em weke Encûmana Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê, komxebatekî xwe di boneya 11’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li dar xist. Komxebata me di bi slogana “Rola ciwanan di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de û xwedîderketin li Rêber Apo”, bi amadebûna zêdetirî 25 endam ji ciwanên partîyên siyasî û rêxistin û tevgerên ciwanên kurd.
Di nav komxebata me de gelek nîqaşên derbarî rewşa ciwanên kurd li Sûriyê berî Şoreşa 19’ê Tîrmehê û rola ciwanan ê pêşeng di xwedîderketina şi Rêber Apo û pêkanîna fikir û felsefeya Serokatî di dawîya komxebata me de nîqaş li ser erk û berpirsiyartîya ciwanên Rojavayê Kurdistanê ji bo gihîstina Sûriyekî demokratîk, pir rengî, nenavendî û parastina destkeftiyên gel û şoreşê.Li gor nîqaşên nûnerên pêkhateyên komxebatê diyarbû ku ji berî şoreşê û rola pêşengtî di hildana ala şoreşger her wiha di parastina destkeftiyên şoreşê û yên ku li keda Serokatî xwedîderdikevin ciwanên vî gelî ne, bi taybet ciwanên kurd.