KOBANE – Li Kobane bi dehan ciwanên herêma Firatê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo meşeke bi meşaleyan li dar xist. Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Herêma Firatê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo, nameyên gefxwarinê û şermezarkirina 100 saliya Peymana Lozanê meşek bi meşaleyan li dar xist.
Meş ji Çerxerêya Selam ber bi kolna Stasyonê heta bi Qada Jina Azad a li naverasta Kobanê dest pê kir. di meşê de diruşmên “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Ciwanên meşale û wêneyên Rêber Apo hildan. Li Qada Jina Azad meş vegerî mêtîngê, dûre endama Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Firyal Temê axivî û tecrîda li dijî Rêber Apo û 100 saliya Peymana Lozanê şermezar kir.
Firyal diyar kir ku dijmin nikare Rêber Apo ji gelê wî bi dûr bixe û heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê ciwan têkoşîna xwe dewam bikin.