QENDÎL – Ciwanên Welatparêz yên Binarê Qendîlê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan û 100 saliya Peymana Lozanê çalakiyek lidar xistin û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Daxuyaniya Ciwanên Welatparêz yên Binarê Qendîlê ji aliyê Ehmed Husên ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de li bajarê Lozana Swîsreyê ji aliyê dewletên dagîrker ve, bi serkêşiya Brîtanya, Fransa, Almanya û Tirkiyê, ji bo tunekirina gelê kurd peymanek binavê Lozanê hat îmzekirin. Di Peymana Lozanê de Kurdistan bû çar parçe û bi ser çar dewletan de belav kirin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber Peymana Lozanê, Kurdistan hate dagirkirin û li her çar parçeyên Kurdistanê dest bi tunekirina Kurdan kirin, lewra li dijî peymanê li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedan û têkoşîn hate kirin.
Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 100 sal bi ser peymanê re derbas bûne û niha dixwazin bi rêya dewleta Tirk ya dagirker û faşîst Peymana Lozanê nû bikin, lê gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo û Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd li dijî vê planê têkoşîneke bê eman dane destpêkirin.
Di daxuyaniya Ciwanên Welatparêz yên Binarê Qendîlê de bal hat kişandina ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha hate gotin; “Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin, tê wateya berdewamkirina Peymana Lozanê. Lewra têkoşîn û berxwedana Rêber Apo li dijî parçekirina Kurdistanê û ji bo avakirina Kurdistaneke azad, wekhev û demokratîke.”
Di dawiya daxuyaniyê de Ciwanên Welatparêz yên Binarê Qendîlê bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê dan diyarkirin ew bi tu awayî û tu carî Peymanek nû ya Lozanê qebûl nekin û ewê bi hemû hêza xwe li ser rê û xeta têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo ji bo gelê Kurd û gelên azadîxwaz daniye, têbikoşin.
Çalakiya ciwanan bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Kurd û Kurdistan’ û ‘Bimre Dewleta Tirk ya Dagirker’ bidawî bû.