BEHDÎNAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû geşedanên heyî di Bernameya Taybet a Medya Haber Tv de nirxand. Axaftina Karasû wisa ye:
“Polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêber Apo, polîtîkaya qirkirina Kurdan e. 25 sal in li ser Rêber Apo tecrîdeke giran tê pêkanîn û ev tecrîd tê wateya ku li ser Kurdan jî polîtîkaya qirkirinê tê meşandin.
Êrîşa li dijî têkoşîna gelekî, di serî de li ser rêveberiya wê, li dijî rêxistina wê ya siyasî tê kirin. Ji ber ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan bêyî bêbandorkirin û tasfiyekirina van pêşeng û rêveberan nayê tasfiyekirin û qirkirin. Di berxwedana Şêx Seîd û Dêrsimê de jî pêşeng hatine qetilkirin. Serokên wan hatine darvekirin. Di rastiya xwe de Rêber Apo darvekirina Şêx Seîd û bûyera Şêx Seîd weke destpêka qirkirina Kurdan nirxand. Niha jî ev didome. Ji Rêber Apo tol tê hildan û qirkirin li ser Rêber Apo tê kirin. Di vî warî de têkoşîna li dijî qirkirina Kurdan û têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêber Apo ketine nava hev. Ji ber ku heta li dijî tecrîda li ser Rêber Apo têkoşîneke xurt neyê dayîn, li dijî qirkirina Kurdan jî têkoşîneke xurt nayê kirin. Divê ev rastî ji aliyê Kurdan ve were dîtin. Divê têkoşîna azadiyê ya gelekî û têkiliya Rêbertî û tevgera siyasî were fêmkirin. Gelek bi rêberên xwe, tevgera xwe ya siyasî û rêxistinbûna xwe têdikoşe û hêza xwe ya cewherî bi dest dixe. Niha li Îmraliyê li dijî Rêber Apo êrîşeke qirkirinê tê kirin. Helbet li dijî vê têkoşînek heye. 25 sal in têkoşîn heye. Helwesta Rêber Apo jixwe têkoşîna li dijî vê polîtîkaya qirkirinê ye. Niha li çar aliyê cîhanê sendîka, şaredarî, rewşenbîr ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin. Pirsgirêka azadiya Rêber Apo êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan, ne tenê pirsgirêka hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê ye, bûye pirsgirêka tevahiya mirovahiyê ya cîhanê.
Tevî vê yekê jî dewleta Tirk di polîtîkaya xwe ya tecrîd û qirkirinê de israr dike. Niha jî Merdan Yanardag herî dawî helwestek nîşan da. Dema mirov helwesta Rêber Apo û kirinên li Îmraliyê dinirxîne, di dîroka Tirkiyeyê de tu girtî û mehkûman ev pergal nejiyane. Di rastiyê de jî wisa ye. Ew rêberekî siyasî yê wisa ye ku herî zêde di girtîgehê de maye. Merdan Yanardag ev tişt got. Her wiha got ku di hiqûqa Tirkiyeyê de tecrîdeke bi vî rengî nîne. Çima parêzerên wî nikarin biçin serdana wî? Çima ligek ku ev qasî di girtîgehê de ye, rêya derxistina wî tê giritn? Ev tişt rexne kir. Dema rexne kir jî, nirxand û got çima Tirkiye li gorî qanûnan tevnagere û çima Tirkiye qanûnan pêk nayne. Ji ber van gotinan hate girtin. Berê jî ji ber meseleya çekên kîmyewî Şebnem Korûr Fîncanci hatibû girtin.
GIRÊDANA DI NAVBERA DEMOKRASIYA TIRKIYEYÊ Û PIRSGIRÊKA KURDAN BAŞ NAYÊ AVAKIRIN
Dewleta Tirk li ser qirkirina Kurdan ava bûye. Qanûna bingehîn a dewleta Tirk ev e ku Kurdan qir bikin, Kurdan bikin Tirk û Kurdistanê bikin qada belavbûna netewebûna Tirk. Ev xaleke makeqanûnê ye. Kesên ku van tiştan qebûl nakin, wekî hemwelatiyên Tirk nabînin. Yên van tiştan qebûl nakin, li gorî dewleta Tirk dijmin in. Tirkbûn tê wateya tunehesibandina Kurdan. Tirkbûn tê wateya tunekirina Kurdan. Tirkbûn tê wateya ku Kurdan înkar bike. Qanûna wan ev e. Hinek kes dibêjin Peymana Tirkbûnê. Li Tirkiyeyê helwesta li dijî tecrîda li ser Rêber Apo tê wateya ku mirov li dijî vê qanûnê û qanûna qirkirinê derkeve. Ji ber vê Merdan Yanardag hate destgîrkirin û girtin.
Di vî warî de divê demokratên li Tirkiyeyê jî demokratên rastîn bin. Divê sosyalîst û çepgir, çepgirên rastîn û demokrat bin. Divê li dijî qanûna Tirkbûnê, yanî tişta ku Tirkbûnê li ser dijminatiya Kurdan ava dike, Tirkbûnê li ser esasê tunekirina Kurdan ava dike, helwesta xwe nîşan bidin. Nexwe ne demokrasî û ne jî azadî tê Tirkiyê. Divê ev rastî ji aliyê hemû demokrat û şoreşgeran ve were dîtin. Di vî warî de helwesta li dijî tecrîda li ser rêber Apo, ne bi tenê helwesta li dijî tecrîda li ser rêberekî Kurdan e û bi tenê dijderketina polîtîkaya li ser Kurdan e, ev tişt tê wateya ku mirov li Tirkiyeyê li dijî paşverûtî û faşîzmê derkeve. Li Tirkiyeyê heta mirov li dijî vî tiştî dernekeve, demokrasî bi pêş nakeve. Wê bibêjin em demokrat û sosyalîst in lê ew ê ne li dijî tecrîda li ser Rêbertî bin. Ev xwexapandin e. Li Tirkiyeyê jî jixwe demokratîkbûn û demokrasî pêş nakeve. Ji ber ku têkiliya di navbera demokrasiya li Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd de baş nayê danîn. Bêyî ku têkiliyek di navbera demokratîkbûna Tirkiyeyê û çepgiran û Kurdan de bê danîn, li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêş nakeve. Tiştek pêş nakeve. Heke wisa be wê çepgir jî xwe bixapîne û wê demokrat jî xwe bixapîne, wê lîberal jî xwe bixapîne. Ji ber vê têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, têkoşîneke girîng a demokrasî û azadiyê ye.
Helbet divê ev têkoşîn ne qut be. Divê bênavber bidome. Yanî têkoşîna li dijî qirkirina Kurdan, têkoşîna li dijî tecrîdê û têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê divê ji rojevê nekeve. Divê her dem têkoşîn were kirin, her dem were nûkirin. Divê mirov vî tiştî wekî sekinandina qirkirina li ser Kurdan û sekinandina faşîzmê bibîne û vî tiştî têxe nav tiştên pêşîn ên têkoşînê.
RÊYA AZADÎXWAZIYÊ EV E KU DIVÊ MIROV LI DIJÎ TECRÎDÊ BE
Di vî warî de gelê me yê li Rojava û Ewropayê xwedî li Rêber Apo derdikeve lê divê gelê me yê Başûr û Bakur jî xwedî lê derkeve. Çi kesên ku behsa Kurdayetî, Kurdistanî û azadiyê dikin, divê xwedî li Rêbertî derkevin. Rêberê Gelê Kurd, serokê partiya herî mezin û têkoşîna herî mezin a Kurdan 25 salan wê di girtîgehê de be, lê partiyên Kurd wê xwedî lê dernekevin? Gelo ev tiştekî rast e? Tiştekî wisa dibe? Di vî warî de rêya partîbûna siyasî ya Kurdan, rêya demokratbûan Kurdan û azadîxwaziya Kurdan ev e ku divê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo derkevin. Heke li dijî tecrîda li ser Rêber Apo dernekevin ev tişt tê wateya ku, em bala xwe didin hesasiyetên dewleta Tirk, em hesasiyetên dewleta Tirk a ku Kurdan qir dike qebûl dikin û em xwedîderketina li Rêber Apo qebûl nakin û rast nabînin. Kesên xwedî li Rêber Apo derdikevin jî helwesta xwe nîşan dide û wekî dijmin dibîne.
Hinek partiyên siyasî yên Kurd, dibêjin nizanim dewleta Tirk wisa ye, wê wisa nêz bibe û xwedî li Rêber Apo dernakevin. Divê xwedî li Rêber Apo derkevin. Divê hemû partiyên li Başûrê Kurdistanê, hemû partiyên li Rojava, bi gotineke din li ku derê cîhanê partiyeke siyasî ya Kurd hebe, eger tevgereke siyasî ya Kurd hebe, divê xwedî li Rêber Apo derkevin. Yan na wê nebin tevgereke siyasî ya Kurdan. Wê nikaribin têkoşîneke rast bidin meşandin, wê nikaribin li dijî qirkirina li ser Kurdan têkoşînê geş bikin. Heke di vî warî de têkoşîn neyê kirin wê ev tişt li dijî hemû Kurdan be. Wê hemû Kurd ji vî tiştî xisarê bibînin. Bi vê wesîleyê ez bang li hemû Kurdan dikim ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo têbikoşin.