DÛSSELDORF – Koordînasyonên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) bang li ciwanên Kurd kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li her derê biçin qadan. Di pêşengiya ciwanên Kurd de Kurdistaniyên li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê li hev civiyan, di çarçoveya operasyona Cenga Azadiyê Serbixin de meşiyan. Çalakiya ku li navenda bajêr hat lidarxistin bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û xwendina sirûda Çerxa Şoreşê destpê kir.
Di meşê de tevî pankartên mezin, alên Rêber APO hatin hilgirtin û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Azadiya Rêber APO azadiya me ye” û “Bijî Rêber APO” hatin berzkirin.
Bi xwendina deklerasyona Elman re, CPT ku li hemberî rejîma Îmraliyê bêdeng ma, hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de ev gotin hatin cih: “Çima CPT piştî serdana xwe ya Îmraliyê di destpêkê de fikra xwe ya li ser rewşa girtiyên li Îmraliyê nîşan da? Ev nêzîkatî careke din nîşan dide ku hemû dewlet ji bo pêşîgirtina li şoreşa Kurdistan û Rêber APO bi hev re tevbigerin. Weke gelê Kurd em daxwaza raporeke fermî li ser bûyerê dikin. CPT mecbûr e li gorî naveroka vê serdanê daxuyaniyekê bide.” û bang kir ku divê demildest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û azadiya fîzîkî bê misogerkirin.
Navenda çalakiyê li stasyona trenê veguherî mîtîngê. Bang li mîtîngê hat kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û têkoşîneke aktîf divê çi bê kirin.
Çalakî bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.