ZURÎCH – Di çarçoveya Pêngava Cenga Azadiyê Serbixin de, beriya meşa bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li Helvetiaplatz, ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê xuleyek rêz hate girtin.
Li vir li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê daxuyanî hatin dayîn. Endama TSK’ê Hêvî Amed di berdewamiya axaftina xwe de gotina Rêber APO ya “Me bi ciwan dest pê kir, em ê bi ciwan biqedînin” bi bîr xist û wiha got: “Weke ciwanên Kurd ku li dora fikir û ramanên Rêber APO bûne yek, berpirsyariya me ya sereke û bingehîn wê şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêber APO be û azadkirina wî be.”
Amed got: “Em ê bi taybet ciwanên Kurd û gelê Kurd li qadan bin heta ku di operasyona Cenga Azadiyê Serbixin de ku li ser esasê jiholêrakirina fikarên jiyanî didomin, heta encamê bi dest bixin. Tenduristî û ewlehiya Rêber APO di bin îşkenceya tecrîda li Îmrayê de ye. Em ê bi bicihanîna vê berpirsyariya dîrokî ya ku dikeve ser milê me Rêberê xwe, gelê xwe û Kurdistanê azad bikin.”
Piştî xwendina metna çapemeniya Elman ji aliyê endama TekoJIN Yara Emîn ve, gelê Kurdistanê bi dirûşmeyên azadiya Rêber APO ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Tevî barana zêde ya di nîvê meşê de ciwan û Kurdistaniyên ku bi biryardarî meşa xwe berdewam kirin, li navendên girîng ên bajêr rawestiyan û li ser asta tecrîdê daxuyanî dan.