ŞEHBA – Di çarçoveya kampanya li dijî bikaranîna madeyên hişber û bandora şerê taybet a li ser ciwanên Kurdistanê de, ciwanên Şehbayê daketin qadan û belavok belav kirin û li ser mijarê û metirsiyên wê ji civakê re axivîn.
“Na ji madeyên hişbir re, erê ji jiyanê re” desteya ciwan, werzîşê û desteya tenduristiyê li Kantona Efrînê û Şehbayê dest bi belavkirina biroşorên li ser madeyên hişbir û bandora wê li ser civakê weke pêngava yekem dest pê kir. Pişt re jî gelek pêngavên din ên pêşxistina tenduristî,îdyolojî û fîzîkî bi rêya lidarxistina çalakiyan çêbibin.