ŞEHBA – Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Serlêdanên domdar ên parêzer, malbat û wesiyan bi israr bê encam tê hiştin. Serkarê faşîst Erdogan û hevkarê wî yê biçûk, ji ber li Herêmên Parastinê yên Medyayê û parçeyên din ên Kurdistanê têkçûnên giran jiyan, hewl didin bi girankirina tecrîda li ser Rêber Apo ê di Sîstema Êşkenceya Îmraliyê de tê ragirtin, tola xwe hilînin. Tevî van hemû hewldanên pûç jî, afirîner û pêşengê têkoşîna azadiya Kurdistanê Rêber Apo yek gav jî bi paş ve neavêt, planên dagirkerî û tecrîdê li Îmraliyê vala derxist. Hemû cîhan, hemû hêzên dost û dijmin dizanin ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo gel û ciwanên Kurdistanê tê çi wateyê. Berxwedan û ramanên bêhempa ya Rêber Apo ku li zindana qirkirinê ya Îmraliyê pêş xistiye, bi hezaran car îspat kiriye ku ew Rêberê hemû mirovahiyê. Dijmin ji ber ku vê rastiyê dibîne zextên xwe didomîne.
Ciwanên kantona Şehba ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku çima divê ciwan di çarçoveya hemleya Cenga Azadî Serbixe de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têbikoşin:
Navê min Vîyan Reşîde ez ji Efrînê ji gundê Xelîl’im. Ez wekî ciwan naha derbasî Qampa serdem bûne li Şehbayê. Em naha derbasî Perwerdeya Xwendekaran bûne ji bo em xwe li ser Fikir û Felsefeya Rêber Apo pêşxînin xwe wekî tê zanîn ku fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo Ciwanan pir girînge eger Ciwanek xwe fêrî fikir û Felsefeya Rêber Apo nekê bila ew Ciwan nebêje ez ciwanim. Em naha hatin vê perwerdê ji bo em xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe pêşxînin xwe perwerde bikin û em xebatê xwe di nav gel de û di nav Ciwanan de xwert bikin. Kesî ku perwerde nebînê bila nebêjê ez Ciwanim û ez Ciwanê Rêber Apo me. Rêber Apo ev bû 25 di nava çar dûwaran de li girtîgeha îmralîyê di nav Tecrîdekî herî giran de dimînê ji bo em vê Tecrîdê bişkînin emtên Perwerdê ji bo em fikir û felsefeya Rêber Apo di nav Ciwanan de belav bikin. Em hetanî dawîyê Berxwe bidin û em hetanî Azadîya Fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nekin emê her li Qadan bin.
Navê min Bêrîtan Ehmede di Qampê Serdem dane. Îro em hatîne vê perwerde ji bo em xwe Pêşxînin Fikrê Serokê xwe nasbikin em nasbikin gi rola me di nav Civakê de çîye em bizanibin em hatin Perwerdeyê. Ev bû 25 salin Rêber Apo di nav Tecrîdekî giran daye ev bû 2 sal û 8 mehin tû agahî ji Rêbertî tûneye divê em berxwe bidin divÊ em tekoşîna xwe hîn bi xwertir bikin pêwîste em her li qadan bin ji bo ev sal bibê sala Azadîya Fîzîkî ya Rêber Apo pêwîste her Ciwanek vê erkê li ser milê xwe bigrê her Ciwanek xwe bi Rêxistin bike her Ciwanek bizanibê karê xwe çîye. Em ji bo Rizgar kirina welatê xwe pêwîste her em xwe perwerde bikin Îro ev perwerde ji mere bingehê Tekoşînêye bi vê perwerdê em xwe nasdikin, Rola xwe di nav Civakê de bi zanibin çîye, xwe bî îrade dikin, bi cesaret dikin û em bi xwe bawarin.
Navê min Ebdîllah hej Osmane ez Ciwanekê ji Efrînê me li Şehbayê dimînim. Dewleta Tirk a Dagirker ev demên dawîyê de Peyamên Jehr kirinê ji Rêber Apo re dişînin. Armanca Dewleta tirk ji vê planê e we kû peymanê Lozanê di Şexsê Rêber Apo de nû bikê. Peymana sed salî li ser me bide meşandin. Taybet di sed sala 21’an de Gelê kurd bûye xwedî hêz xwedî îrade xwedî moral bûye xwedî hertitek ku ji bo Şoreşa xwe ji bo hebûna xwe ji bo Azadîya xwe ji bo Welatê xwe Azad bike hertim rabûye li ser linga Tekoşîn û Berxwedanî daye meşandin. Rêber Apo bi xwesteka xwe rol û mîsyona ciwan bi gihînê ciwanan û Ciwana Xwedî hêz bike Ciwana tu carî dest ji xeta Rêber Apo bernedan û her kû çû Berxwedanîya xwe xwertit kirin. Li hemberî Dewleta Tirk a Faşist hîn bêtir bi hêz bûn ji bo Ê jî em hêza xwe bikin ji Rêber Apo û Cenga Azadîyê Bi Serbixin ku em Tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin.
Navê min Îbrahîm Hîsêne ez ji Efrînê me naha ez li Şehbayê Qamipa Berxwedan dibînim. Mijara herî bingehîn ku em bigrin dest rola Ciwanan di nav Civakê de çîye ji berkû Ciwan di nav Civakê de Role kî girîng dilîzê û ê kû Civakê bi serdixê û di parêze Ciwanin û ê kû bindixê jî Ciwananin em dikarin bêjin kû dînamîkê Civakê Ciwanin. Ciwanê kû li ser Şerê Taybet hatîye meşandin û xwe Perwerde nekirî bi zanibin kû Civak jî bi xwere binxistîye. Civakek ku Ciwanên xwe ji milê Îdeolojîk de pêşketîne ew Civak bi ser dikefê. Çawa kû Rêber Apo gotîye ‘’Me Bi Ciwantî Destpêkir û Emê Bi Ciwantî Bi Serbikefin’’ pêwîste em esas bigrin gotî ne Serokatî. Ciwan rola herî giring di nav Civakê deye ji bo vê Dijmin hemû Şerê xwe ê Taybet li ser Ciwanan dimeşînê. Erkê ku di vê pêjoyê ji Ciwanan tê xwestin ku Tevlî nava refên gerîla bibin û vê Şoreşê hîn bi hêztir û hîn bi berfirehtir bikin. Rêber Apo dema dest bi Şoreşê kir ew jî Ciwan bû û Xwendekar bû bi 6 kesan destpêkir û naha 50 mîlyon kes li ser Şopa Rêber Apo dimeşin.