BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 3 gerîlayên li Metîna şehîd bûne ev daxuyanî da:
“Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku hemû hêza xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê seferber kiriye bi têkoşîna fedaî û berxwedaneke destanî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê, tên pûçkirin. Hevrêyên me Viyan, Serhildan û Ferhat ku pêşengên vê berxwedana destanî bûn, di vê têkoşîna pîroz de gihiştin şehadetê û navê xwe di dîroka azadiya gelê me de bi cih kirin. Ev hevrêyên qehreman ên ku her kêliya xwe dan azadiya gelê me, bi kesayetiyên xwe yên fedakar, bi azweriya xwe ya azadiyê, bi hewldan û fedekariyan wê her tim di têkoşîna me de bên bîranîn û zindî bimînin.
Malbatên hêja yên hevrêyên me Viyan, Serhildan û Ferhat di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa xeyalên hevrêyên xwe bin.
Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Viyan Mêrdîn
Nav û paşnav: Leyla Elçîoglû
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dê û bav: Emîne – Seyfettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Tîrmeha 2023’an / Metîna
Bajarê qedîm ê Kurdistanê Nisêbîn bû qadeke pêşîn ku xwedî li têkoşîna me ya azadiyê derket ya ku di pêşengiya partiya me PKK’ê de dest pê kiribû. Vê qadê bi serhildanên ku pêş xist, çirûska vejîna me ya neteweyî pêxist. Gelê me yê Nisêbînê zarokên xwe yên herî hêja tevlî nav têkoşîna me ya azadiyê kir û bûye mînaka herî hêja ya welatparêziya Kurdistanê. Dîsa bi israra berxwedanê ya li hemberî hemû êrîşên dijmin karîbû helwesta xwe di jiyana bi rûmet de nîşan bide. Bêguman jinên berxwedêr ên Nisêbînê ku li ser mîrateya çanda neolîtîk ava bûne pêşengiya vê berxwedanê kirin. Çawa ku li hember hemû êrîşên asîmîlasyonî û qirkirinê yên dijmin di parastina ziman û çanda Kurdî de rol lîstin, di heman demê de bi çekên di destê xwe de karin li hemberî êşkence û qetlîamên dijmin jî li ber xwe bidin. Hevrêya me Vîyan di malbateke welatparêz de ku di bin serweriya vê kevneşopiya pîroz de hatiye dinyayê. Di sala 1996’an de xalê hevrêya me Abdullah şehîd bû û vê şehadetê bandoreke mezin li malbatê kir. Hevrêya me Viyan bi destanên lehengiya xalê xwe şehîd Abdullah û bi sedan gerîlayan mezin bû, bi van bîranînan dil û hişê xwe bilind kir. Hevrêya me di ciwantiya xwe de rastiya qirker a dijmin bêtir derxist pêş û fikirî ku divê li hemberî vê rastiya dijmin têkoşînê geştir bike. Dîsa ji ber pozîsyona jinê ya di nav civakê de û li ser jinê zext û şîddet hebû, ev tişt bûn sedemên cihê yên têkoşînê yên hevrê Viyan. Hevala me bi zanebûna ku ji bilî gerîlatiyê ev têkoşîn jî bêwate ye, gelekî dixwest tevlî nav refên gerîla bibe. Ligel ku gelekî dixwest tevlî nav refên gerîla bibe wê nedikarî şertên tevlêbûnê ava bike. Dema ku hevrê Şehîd Akîf li Nisêbînê li hemberî dagirkeran şer kir û şehîd bû, vê şehadetê bandoreke xurt li wê kir. Şoreşa Azadiya Kurdistanê ya li ber serê wê pêk hat û êrîşên li dijî vê şoreşê bû sedem ku hevrê Viyan biryardariya xwe zêde bike.
Ji bo vê hevrêya me di firsenda pêşîn de çû Rojava û li vir tevlî têkoşîna şoreşgerî bû. Hevrêya me ya ku piştî dewreyeke perwerdeyê ya kin derbasî yekîneyên leşkerî bû, ji bo tevlî pêvajoya şerê dijwar bibe, di warê leşkerî de xwe bi pêş ve bir. Ji ber ku dizanibû ku ji bo bersivdana êrîşên dijmin ên ku diqewimin, helwesteke leşkerî ya bi dîsîplîn, kûrahiya bîrdozî û biryardariya bilind pêwîst e, xweperwerdekirin jî wekî erka xwe dît. Hevrêya me Viyan a ku bi vê taybetmendiya xwe ji hemû hevrêyên xwe re dibe mînak, di pêngavên ku tevlî bûye de jî ev helwest parast. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê çav berdan destkeftiyên gelê me û bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êrîşî gelê me kir, hevrê Viyan tevlî pêngavên şoreşgerî bû û di van pêngavan de bi serkeftinên xwe bû yek ji şervana jin a pêşeng. Di şerê li dijî çeteyan de şehadeta xizmê wê hevrê Çekdar-Abdullah Elçîoglû- li ba hevrê Viyan hêrseke mezin ava kir û têgihişt ku bi geşkirina têkoşînê di şexsê hevrê şehîd Çekdar de ew dikare tola hemû şehîdan hilîne. Bi enerjiyeke mezin hevrê Viyan li her qadê mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi cih anî û dema ku çeteyan êrîşî gelê me yê Êzidî kir, hevrê Viyan jî derbasî Şengalê bû û têkoşîna xwe li vir domand. Piştî ku li Şengalê êrîşên çeteyan şikest,dîsa vegeriya Rojava û ji bo di taktîka leşkerî xwe de bi pêş ve bibe, di şaxa sabotajê de perwerde bû. Hevrêya me piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, careke din kete pratîkê û bi sedan mayînên çeteyan bêbandor kir û pêşiya gelek qetlîaman birî. Hevrêya me ya ku di sala 2017’an de li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava refên berxwedanê de bû, li herêma nêzî Minbicê di encama êrîşa hewayî de birîndar bû. Hevrêya me piştî demeke kurt birîna xwe pêça û ji bo serkeftinên mezintir ket nav lêhûrbûnan. Piştî pêvajoya dermankirinê, hevrêya me Viyan cihê xwe di nava têkoşînê de girt, bi erka fermandariya yekîneyê re têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Hevrêya me Viyan ku bi helwesta xwe ya li qada Rojava ku heta dawiya sala 2019’an lê bû, bi samîmiyeta xwe ya hevrêtiyê û bi lehengî tevlîbûna xwe ya şer, ji jinên cîhanê re bûye îlham. Hevrêya me 6 salan li qada Rojava bi lez û bez têkoşiya, di lêgerîna hatina çiyayên Kurdistanê de ya ku hesreta wê bû, bawer kir ku peywira xwe ya li vir bi serkeftî pêk aniye. Di dawiya sala 2019’an de hem ji bo li dijî dewleta Tirk a dagirker bi awayekî bi bandor şer bike û hem jî bi jiyana gerîla ya ku ji biçûkatiya xwe ve heyranê wê bû, tevbigere, di dawiya sala 2019’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêya me Viyan ku dema nû derket çiyê heyecan û coşeke ku nayê vegotin jiya, lez û bez bi çiya û jiyana gerîla re bû yek. Hevrêya me ya ku bi fedakarî û kesayeta xwe ya kedkar derdikeve pêş, li Akademiya Mahsûm Korkmaz dest bi perwerdehiya xwe kir û di warê hunerên îdeolojîk û leşkerî de xwe pêş xist. Hevrêya me ya ku di xeta azadiya jinê de kûrbûna xwe esas girt, bi giranbûna ku jiyabû encamên girîng derxist holê. Hevrêya me Viyan a ku bi helwesta xwe ya milîtantiyê ev kûrbûn nîşan da, karibû di vê mijarê de bibe pêşeng. Hevrêya me him bi hunera xwe ya di muzîk û şanoyê de him jî bi helwesta xwe ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya moral û di heman demê de bû gerîlayeke YJA Starê ya ku hemû hevrêyên wê coşa jiyanê û azweriya jiyanê jê werdigirtin. Hevrêya me piştî pêvajoya perwerdeyê weke fermandarê tîmê derbasî herêma Garê bû, bi qasî 2 salan beşdarî xebatên li vê qadê bû. Hevrêya me yê ku herî zêde di xebatên çêkirina binesaziyê û tunelên şer de cih digire; piştî êrîşa dijmin a li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, tevî tîmên gerok ên gerîlayan roleke girîng lîstin û berê xwe da herêma Metînayê. Hevrêya me Viyan ku li vir beşdarî gelek çalakiyan bû, taktîkên serdema nû bi awayekî serkeftî bi kar anî û derbên giran li dijmin xist.
Hevrêya me Viyan a ku di êrîşên dijmin ên 1’ê Tîrmehê yên li ser herêma Metîna de şehîd bû, wê her tim bi rûyê xwe yê bi ken, jiyana sade, hevrêtia xwe ya kûr û sade di bîra me de be. Em hevrêyên wê diyar dikin ku em ê teqez soza serkeftinê ya ku me daye şehîdên xwe pêk bînin.
Nasnav: Serhildan Têkoşer
Nav û paşnav: Mûrat Akyol
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Besna – Sefer
Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Hezîrana 2023’an / Metîna
Hevrêyê me Serhildan li Silopya ku yek ji navendên girîng ên berxwedanê yên Botanê ye, di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrê Serhildan ku ji zarokatiya xwe ve Partiya me ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe nas kir, ji destpêka ciwantiya xwe ve di nava xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger de cih girt. Di dema xebata xwe de bû şahidê hewldana dijmin a dûr xistina ciwanan ji têkoşînê û bênasname kirina wan. Hevrêyê me yê ku ket ferqa polîtîkayên dijmin ên şerê taybet, di serî de têkoşîn ji xwe da destpêkirin. Hevrêyê me yê ku hewl da xwe ji bandora ku dijmin avakiriye rizgar bike, piştre biryar da ku vê têkoşînê hîn zêdetir berfireh bike. Hevrêyê me Serhildan ji bo hişyarkirina ciwanên ku di bin bandora polîtîkaya qirkirinê ya dijmin û pêkanînên şerê taybet de ne, di vî warî de ked û hewldaneke girîng daye. Hevrêyê me yê ku zêdetir bi têkoşînê ve girêdayî ye, li dijî zext, êşkence û qetlîamên dijmin ên li ser gelê me di nava berxwedanê de ye. Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yê li ser Kobanê û êrîşên dijmin ên li dijî gelê Silopiya û Cizîrê ku bi armanca piştgiriya gelê Kobanê daketibûn qadan, di encamê de zarok hatin qetilkirin hêrsa hevrêyê me Serhildan mezin kir. Hevrêyê me yê ku di wê baweriyê de bû ku divê tola zarokên Kurd ên li nava kolanan hatin qetilkirin bê hilanîn, dizanibû ku ev jî bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e. Li ser vê bingehê hevrêyê me Serhildan ji warê ku lê jidayikbûye berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Serhildan ku di serdemeke ku dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya “Plana Hilweşînê” de êrîşên herî dijwar ên dîroka xwe li dijî gelê me û tevgera me da destpêkirin de tevlî gerîla bû, bi zanabûna van berpirsiyariyan tevlî jiyanê bû. Hevrêyê me yê ku bi perwerdehiya ku dît re derfeta pêşxistina xwe di warê îdeolojîk û leşkerî de bi dest xist, di demeke kin de hînê jiyana çiyayî û gerîlatiyê bû. Hevrêyê me Serhildan ji ezmûnên hevrêyên xwe sûd werdigire û di temenê xwe yê ciwan de dibe gerîlayekî jêhatî.
Hevrêyê me yê ku bi tevlîbûna xwe ya dirust û bi helwesta xwe ya ku bawerî dide hevrêyên xwe derdikeve pêş, beşdarî xebatên krîtîk ên ku ji bo Partiya me pir girîng in. Hevrêyê me Serhildan ku di bin fermandariya fermandarê me yê hêja Şehîd Bedran Gundikremo de tevlî xebatan bû, bi karakterê xwe yê kedkar û fedekar re hurmet û hezkirina hevrêyên xwe bi ser xist. Hevrêyê me yê ku 5 salan di nava van xebatan de cih girtiye de performanseke bilind nîşan da, her tim ji bo karên herî dijwar xwe pêşniyar dikir û ji bo bi destxistina van erkan kedeke mezin da. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya bêdudilî gelek caran teknîka dijmin têk biriye û di şexsê xwe de gelek caran îradeya Apoyî ya ku têk naçe îspat kiriye. Her çend di êrîşên dijmin de 2 caran birîndar bibû jî bi saya bawerî û dilsoziya xwe ya ji bo azadiyê di demeke kin de xwe baş kir û tevlî xebatan bû. Hevrêyê me Serhildan ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê xwest li kêleka hevrêyên xwe di çeperên berxwedanê de cih bigire, di vê armancê de israr kir.
Piştî ku pêşniyara wî hat qebûlkirin, ji bo xwe di îdeolojiya Apoyî û taktîkên gerîlayên serdema nû de kûr bike, derbasî perwerdehiyê bû. Hevrêyê me Serhildan, ji ber bi xwestek tevlî perwerdehiyê bû û di pêşketinê de bi israr bû gavên xurt avêtin û beşdarî tîmên gerîla yên di şerê serdema nû de xwedî girîngiyek stratejîk in bû. Hevrêyê me Serhildan ê ku bi dizane gelek çekan di asta pisporiyê de bikar bîne, bi zanabûna berpirsyariya dîrokî ya ku girtiye ser milên xwe tevlî tîmên gerîla bû û derbasî qadên pratîk bû. Hevrêyê me yê ku yekem car li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê ya ku berxwedaneke mezin lê hat kirin û dijmin hate şikandin, peywira xwe da meşandin, bi tevlîbûna li gelek çalakiyên li vir bi ser ket û barê hevrêyên xwe yên di tunelan de li berxwe didin sivik kir. Hevrêyê me Serhildan ê ku piştre derbasî herêma Metîna bû, li vir jî tempoya têkoşînê mezin kir. Hevrêyê me Serhildan ê ku ezmûnên salên borî bi dest xistibû bi hevrêyên xwe re parve kir, ji aliyekî ve hevrêyên xwe perwerde dikir, li aliyê din jî li dijî êrîşên qirkirinê yên dijmin amadekariya çalakiyê dikir. Hevrêyê me Serhildan ku li qada Metîna di gelek çalakiyên bi bandor de cih girtiye, bi hişmendiya ku tenê bi vî rengî dikare bibe layiqî hevrêyên xwe yên şehîd ên ku bi girêdanek bênavber bi wan ve girêdayî ye, tevgeriya.
Herî dawî hevrêyê me Serhildan ku li dijî dijmin çalakiyek bi bandor lidar xist, di vê çalakiyê de bi rêgezên jiyana azad a ku Rêber Apo û şehîdên me afirandî, heta nefesa xwe ya dawî şer kiriye û gihişt şehadetê. Hevrêyê me yê ku dewlemendiya wateya di dilê wî de di çavên wî de xuya dike; Bi hevrêtî, fedekarî, kedkarî û kesayetiya xwe ya dilnizm re, wê her tim ji bo me hevrêyan bibe mînak.
Nasnav: Ferhat Bane
Nav û paşnav: Behrûz Ubeydî
Cihê jidayikbûnê: Bane
Navê dê û bav: Zêrîn – Abdullah
Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Hezîrana 2023’an / Metîna
Gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkerî, komkujî û qirkirinê ku sedsal in didome, civakbûna xwe xurtir kir û ziman, çand û heskirina xwe ya azadiyê parast. Gelê me li dijî hemû êrîşên dewletên dagirker, her tim di lêgerîna azadiyê de israr kir û lewma her tim berdêl daye. Gelê me ku vê çanda berxwedanê ji nifşan radigihîne nifşan, ji nava xwe pêşengên weke Simko Şikak, Qazî Mihemmed, Abdûrrahman Qasimlo û Sadiq Şerefkendî derxist û doza Kurdistanê ji dîrokê re kir mal. Bi hezaran ciwanên Kurd ên Rojhilatî li ser vê kevneşopiya berxwedanê mezin bûn û pê bawer kirin ku dikarin bi Partiya me PKK’ê armancên şehîdan pêk bînin û herikîn nava refên têkoşînê. Bi taybetî di pêvajoya ku dema Komploya Navneteweyî li hemberî Rêber Apo hatî kirin de, bi sedan ciwanên Rojhilatî berê xwe dan çiyayan û cihê xwe di nava refên têkoşînê de girtin. Ev pêvajo ku ji bo Rojhilatê Kurdistanê demekî nû îfade dike, heta roja me ya îro bê navber didome. Bi sedan mîlîtanên Rojhilatî ji Rojava heta Bakurê Kurdistanê, ji wir heta Şengal û gelek qadên Başûrê Kurdistanê li ku derê pêwîstiya gelê me bi tiştekî hebe, li wir wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi layiqî pêk anîn. Hevrêyên me yên Rojhilatê Kurdistanî ji bo azadiya gelê me ti carî xwe ji fedakariyê nedaye paş û fermandarên mîna Simko, Serhildan, Dilêr Andok, Mizgîn Ronahî, Rojda Kotol û Nûrî Yekta afirand û ji têkoşîna me re pêşengî kir.
Hevrêyê me Ferhat jî ku xeleka dawî ya vê kevneşopiya berxwedanê ye, li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de hat dinê. Ji ber ku malbata wî welatparêz e, girêdayî kevneşopiyên Kurdîtiya qedîm mezin bû. Şert û mercên mêtingeriyê ya ku gelê me di nav de û mîna li Rojhilatê Kurdistanê êrîşên dijmin ên li ser herêmên din jî yên Kurdistanê, bû sedem ku hevrêyê me Ferhat li hemberî dijmin bibe xwedî hêrsekî mezin. Di heman demê de têkoşînên azadiyê yên ku li çar parçeyên din ên Kurdistanê dewam kirî, şopand û têkildarî rêbaza têkoşînê ya herî rast lêhêrbûn kir. Lêhêrbûnên hevrêyê me Ferhat bi demê re veguherîn lêgerînê û bawer kir ku teqez bêyî têkoşîna çekdarî ti bijarteke din azadiya gelê me pêk nayîne. Lewma hewl da ku berxwedana destanî ya 40 salan ku bi pêşengiya Partiya me PKK’ê li dijî dewleta Tirk a dagirker tê raberkirin, têkoşîna li ser xeta fedayîtiyê ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hat meşandin û Şoreşa Azadiyê ya Rojava lêkolîn bike û hîn baştir fêm bike. Hevrêyê me Ferhat bi lêhêrbûnan fêm kir ku li Kurdistanê tenê PKK nûneriya xeta azadiyê dike, bi rêya hin hevalên xwe yên nas kirî hewl da Partiya me PKK’ê hîn nêztir nas bike. Hevrêyê me Ferhat ji felsefeya Rêber Apo bandor bû û ji welatparêzên ku ev felsefe ji bo xwe kirin manîfestoya jiyanê, ji meyzandinên jiyanê ya kadroyan, exlaqê civakî û samîmiyeta di têkîliyên hevrêtiyê de bandor bû û biryar da ku bibe rêwiyekî vê rêwiyê. Hevrêyê me li ser vî bingehî sala 2020’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû û ber bi azadiyê ve gava xwe ya destpêkê avêt.
Hevrêyê me Ferhat bi îdîayek mezin, biryardarî û îradeyek xurt tevlî nava refên gerîla bû û ji bo pêkanîna armancên xwe yên pîroz, hîna di destpêka jiyana xwe ya gerîlatiyê de bû xwedî tevlîbûnek bêyî teredut. Hevrêyê me bi perwerdeyan derfet dît ku felsefeya Rêbertî hîn baştir nas bike; dema ku bersiva vê di jiyana gerîla de dibîne, hîn zêdetir jiyanê hembêz dike. Hevrêyê me hingî ku di perwerdeyan de kûr dibe di cîhana zanebûnê de hîn zêdetir zelal dibe û di demek kurt de tecrubeyên mezin bi dest xist. Hevrêyê me Ferhat bi perwerdeyên leşkerî yên dîtî xwe li gorî şert û mercên herî zehmet ên şer amade kir û weke gerîlayekî xwedî tecrube derbasî qadên xebatê yên pratîkê bû. Hevrêyê me ku demekî li qada Qendîlê gerîlatî kir, agahiyên ku di perwerdeyan de fêr bûyî li vir veguherand pratîkê. Hevrêyê me di xebatên pratîkê de pirsgirêkên ku pê re rû bi rû ma, bi rengekî kûr tehlîl kir û di heman demê de rêyên çareseriyê yên vê derxist holê û xwe veguherand hêza çareseriyê. Tevî ku di nava refên gerîla de nû bû, hevrêyê me bi kesayeta xwe ya gihayî bawerî dida hevrêyên xwe û bi stranên xwe yên bi wate jî ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya moralê. Hevrêyê me Ferhat dema ku tevlî nava refên gerîla dibe, xwedî armancên gelekî mezin e ku azadkirina gelê xwe jî yek ji wan armancan e, kêliyekî jî dest ji vê armanc û lêhêrbûnên xwe berneda û her tim bû xwediyê jiyaneke li gorî vê armancê. Ji bo vê yekê hevrêyê me xwe ji pêvajoya şerê heyî soyût nekir û her kêlî jî hem xwe îdeolojîk û hem jî leşkerî amade kir. Bi taybetî têkildarî taktîkên gerîla yên dema nû, lêkolîn kirin û ji tecrubeyên hevrêyên xwe sûd wergirt. Hevrêyê me yek kêliyê jî ji mejiyê xwe dernexist ku şer encex piştî pêvajoyeke amadekariyê ya baş tê qezenckirin û heta roja ku biçe qadên şer ên germ bi vê zanebûnê tevgeriya. Dema ku xwe tam amade hîs kir bêyî teredut û bi biryar, pêşniyar kir ku biçe qadên ku şer lê dijwar e. Pêşniyara hevrêyê me Ferhat ku bi asta lêhêrbûna xwe û sekna xwe ya bi îdîa û bi biryar bawerî da rêxistina me, hat qebûlkirin û di şer de rolekî mezin lîst û biryar hat dayîn ku derbasî tîmên bi tevger ên gerîla bibe.
Hevrêyê me Ferhat bi tîmên bi tevger ku di nav de cih girt, derbasî qada Metînayê bû û li benda wê kêliyê ma ku bi coş û kelecanekî mezin derbe li dijmin bide. Hevrêyê me bi kelecana encamên ku ji lêhêrbûnên xwe yên kûr digire, timî li dijî dijmin planên çalakiyê dikir û li gel xwe lêhêrbûnên hevrêyên xwe yên din jî kûr kir. Hevrêyê me bi vî alî ve wezîfeya pêşengiyê pêk anî û li dijî dijmin di gelek çalakiyên li qada Metînayê pêk hatin de, cih girt. Hevrêyê me bi van çalakiyan bû wesîle ku dijmin derbeyên giran bixwe. Lê hevrêyê me Ferhat di wê zanebûnê de bû ku encex dikare bi serkeftinê bibe layiqê Rêbertî û gelê me û her tim di lêgerîn û hewldana hîn zêdetir têkoşîn kirinê de bû.
Li ser vî bingehî hevrêyê me Ferhat 25’ê Hezîrana 2023’an dema ku li ser wezîfeya xwe bû, di êrîşa dijmin de şehîd bû û mîlîtanekî ku em her tim wî mînak bigirin. Weke şervanên xeyalê hevrêyê me Ferhat a azadkirina gelê me, di şexsê wî de em ê hewl bibin layiqê hemû şehîdan.”