HELEB – Îro li bajarê Helebê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiyê Jinên Ciwan bi meşeke êrîşên dewleta dagirker ya faşist a Tirk li hemberî Rojavayê Kurdîstanê protesto kirin. Ciwan û jinên ciwanên Helebê saet 8’ê evarê peşiya Navenda Ciwanan kom bûn û destpê çalakiya xwe kirin. Ciwanan bi sloganên wek ‘Bimrê îxanet’ û ‘Tolhildan’ hêrsa xwe li hemberî êrişên dawîye nişan dan.
Di hemandemê de giredanbûna xwe bi Rêber APO re bi sloganên ‘Ciwan Fedayê Rêber APO ne’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dengêkî bilind destnişan kirin.
Daxuyaniya endamên Ciwanên Şoreşger re êrîşen dewleta dagirker a Tirk hat şermezar kirin û hat gotin: “Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger parastina xwe bi stratejiya Şere Gelê Şoreşgerî ava bikin û dijmîn têk bibin.”
Ciwanên Helebê piştî saeteke meşa xwe heya navçeya Cebenad domand û bi sloganan meş bi dawî kirin.