ŞENGAL – Yeketiya Jinên ciwan ên Şengalê û Yeketiya Ciwanên Êzdîxanê bi meşek bi meşale Şehîdên fermana 3’ê Tebaxê bibîranîn, ciwana liser fermnaê daxuyanî dan û dan diyarkirin ku pilana PDK’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de biser neket lê nehe dixwaze dibin navê peyîmana 9’ê Cotmehê de heman tiştî bike.
Meşa ku di bin drêşmeya pêngava ‘ Werin Cenga Azadiyê de’ ji ser rêya Lofên a gundê Kolika despêkir û heya goristna Şehîd dilgeş û Şehîd berxwedan dewam kir. Di meşê de dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin, Bimire İxanet’ hatin gotin. Pişît meş geha goristana Şehîda liser gorên Şehîda Mûm hatin pêxstin û daxuyanî hate dan.
Daxuyaniya Ciwana ji aliyê Sara Botan ve hate dan.
Di daxuyaniyê de Sara Botan got :Di serîde em hemû cangoriyên fermana 3’ê Tebaxê bi rêzdarî bibîrtînin û bejna xwe li hmber bîranîna wan de di tewînin. Em wek civaka Êzidî wê peyamê didin dijminê xwe, bi saya şehîdên wek,Mam,Zekî,Saet,hesen,Pîr,Çeo û bi dehan Şehîdên din ku serê xwe di oxira parastian vê civakê de dane, wine nikaribin gelê me tine bikin. Em wek ciwanên Êzidî liser xeta van şehîda heya dawî emê xwe li ber parastina vê civakê de berpirsiyar bibînin û em livirin. Di dema fermanê de pilana tinekirin civaka me hatibû danîn lê dijminê hov bi hemo hovitiya xwe nikaribû me tine bike. Cawa bi saya berxwedaniya civaka Êzidî heya nehe vî çiyay serê xwe lihimber dijmin netewandiya wê ji îro û şûn de jî serê xwe li himber tu êrşa netewîne jiber ku kesên cane xwe fedayê ol û behweriya xwe bikin hene.
Di dewama daxuyaniyê de Sara Botan balkişande ser pilanên PDK’ê ê tinkirina Êzdiyan û got : ” PDK’ê bi pilana di 3’ê Tebaxê de danîn negeha armanca xwe lê piştî wê nehe dixwaze di bin nave peyîmana 9 cothemê de heman tiştî bike. Çawa me ferman liser xwe qebûl nekir emê vê peyîmanê jî qebûlnekin.
Herî dawî Berdevke Yeketiya Ciwanên Êzidîxanê Sara Botan got : ” Gerîlaiyên ku di dema fermanê de bi meve hatin, em ji qikirinê rizgrkirin îro carekî din rastî êrşên dewleta Tikr tên û lazime em jî liwan xwedî derkevin. Wan em rêxstinkirin, kirin xwedî îrade û xatir ji me xwestin û çûn, tenê teştê ku emanetî mekirin ev Şehîd bûn.