KOBANE – Şehîd Viyan li Kobanê karê rêxistinkirina ciwanan meşand û hez kirinê gel qezanc kir. Di jiyana heval Viyan de bê moralî nedihat dîtin, her tim rûyê xwe geş bû, ev yek dihîşt ku Ş.Viyan ji bo hevalên derdorê bibe jêdera moral û hêzê. Şehîd Viyan di 25′ Berfenbara 2021 an de tevî 5 hevalên xwe Rojîn, Nûjiyan, Mesûd, Welîd û Merhef di encama êrişek hewayî li bajarê Kobanî tevlî karwanên şehîda dibe.