ŞEHBA – Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, 1’yê Tebaxê MÎT’ê ciwanê êzidî yê bi navê Xerîb Hisên Seydo (22) revand û sewqî navenda ewlehiyê li bajar kir. Çavkaniyan diyar kir ku Xerîb Hisên Seydo ji gundê Baflûnê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ye, li Stenbolê dema ji kar vedigeriya ji aliyê MÎT’ê ve hat revandin. Çavkaniyan destnîşan kir ku malbata Seydo ditirse ku MÎT’ê kurê wan radestî çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) ya li Idlibê bike.
Çavkanî: ANHA