STRASBOÛRG – Ciwanên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin, li avahiya Parlamentoya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiya sivîl a bêhişmendiyê li dar xistin.
Çalakiya ku danê nîvro destpê kir niha jî didome. Ciwan bi alayên Rêber APO ketin hundirê avahiya meclîsê, tevî astengiyan çalakiya xwe didomînin.
Ciwanên ku têkildarî çalakiya xwe daxuyaniyeke kin dan û ev tişt gotin;
“Siyaseta xwe ya îllegal rawestînin. Gelê Kurd li hemberî we serî natewîne. Em vê komploya ku 25 sal berê pêk hat şermezar dikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO em ê her tiştî bikin. Em ji vir bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin, werin em li dora Rêber APO bicivin. Em azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin.”
Di dema weşandina nûçeyê de çalakiya li meclîsê dewam dikir.