STRASBOURG – Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve tu nûçe ji Rêber APO nayê girtin. Herî dawî Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku nameyên gefxwarinê ji Rêber APO re hatine şandin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, ciwanên Kurdistanê pêşengiya gelek çalakiyan kirin. Ciwanên Kurd îro li sê nuqteyên cuda yên Strasboûrgê çalakiyên hemwext li dar dixin. Yek ji van xalên çalakiyê jî avahiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Ciwanên danê nîvro hatin cem hev, niha li avahiyê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar dixin.
Ciwanan têkildarî çalakiya xwe daxuyanî dan û gotin, “Em dixwazin demildest Rêber APO bihizirin û ji bo azadiya fîzîkî hemû tedbîr bên girtin.”
Dema ku nûçe hat weşandin, çalakî dewam kir, em ê geşedanan ragihînin…
Piştî çalakiyê komek ciwan derbasî hundirê avahiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bûn û ji ber ku ciwanên din jî ji bo piştgiriyê bidin çalakiyê, polîsan bi mertal û amûrên li dijî îxlalê asteng kirin. Çalakî berdewam dikin…