NAVENDA NÛÇEYAN – Pevajoyê ku heye, em pir baş dizanin pevajoyê hebûn û tinebûne. Pevajoyekê tekoşina azadî li hember mirina pergale yê. Rêber APO di nava pareznameyên xwe, ku di nava sîstema tecrîd û îşkence ya Îmrali, di nava zor û zahmetiyên herî gîran nivisandiyê bi awayeke fireh pênaser kir. Rêber APO pirs dike, Eceba em dikarin behsa kijan Jiyanê bikin, eger em li hember talankirina xwezayî, li hember mirovatiyê ku hatiye dinal kirin, li hember êvîna ku hatiye bêbextî kirin bersîv nedin?
“Ya rastî sîstema kapîtalîst bi xwe jî hewl dide xwe ji destên xwe xilas bike, ji lewra mirov dikare fêhm bike ka çima em bala xwe didin avakirina civakbûnê.
Sosyalîzmê me yên dused salan jî di nava kapîtalê de asîmîle bûn, ji lewra nabe ku aqûbeta me jî bibe weke ya wan şervanên bi îdealên mezin ên mirovatiyê rabûn.
Nabe ku em di nava refên lanet li wan kirî de cih bigirin. Ji vê jî wêdetir, nabe ku em Sokrates, Bûda û Zerdeşt weke ku gotinên xwe yên dawî gotine û bêdeng bûne bihesibînin.
Eger ji nû ve em wan bi ruh nekin hingî me ji felsefeya azadiyê ti tişt fêhm nekiriye.
Wekî din mirovatiyeke dinale heye, heta mirov êşên wê nekewîne, xwezayeke tê talankirin heye, heta mirov vê talanê ranewestîne, eşqeke bêbextî lê hatiye kirin heye, heta mirov bersiva wê nede, ma mirov dikare behsa kîjan jiyanê bike?”
Rêber APO (Di pareznameya duyemîn Şaristaniya Kapîtalîst hatiye derxistin)
Eger em li hember wan kiryarên pergalê kapîtalist tekoşin nekin, eceba em çawa dikarin bejin em jiyan dikin? Sîstema kapîtalîst jiyaneke mirin avadike, li hember wê em bi avakirina û parastina civakbûna jiyana xwe biparezen û jiyan avadikin. Jiyaneke azad, jiyanêke bi rûmet, jiyanêke ku bi civaka xwe, welatê û xwezayê re giredaye.
Ser wî esasî ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ û ‘Cenga Azadî Serbixin’!