NAVENDA NUÇEYAN – Dema em behsa têkoşîna azadiya jinê dikin em dibînin ku netenê rojekê, li her kêliyê, her demê û tevahiya cîhanê belav buye. Têkoşîna azadiya jinê gerdûnî buye. Guhertinên azadîxwaz ên di jiyana jinan de ku li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê bi şêwe û rengên cuda tên dîtin û encamên têkoşînê jî, mirov dikare di serhildêrî, rêxistinbûn û berxwedana jinan de bibîne.
Girînge ku berya pirsgirêka jinê a azadiyê di pêvajoya dîrokî û civakî de bê pênase kirin, pênaseya van sê peyvên efsûnî Jin Jiyan Azadî bê zelal kirin û baş bê têgihiştin bê tên çi wateyê ji bo jinan û civakê? Çawa ku pênaseyek û jiyanek rast û lêgerîna wateyê pêşbixîne, wê ji bo destgirtina rastiya ku durişma Jin Jiyan Azadî çawa derketiye holê û xwe dispêre kîjan bingeh û argumanan jî derxîne.
Wek jin di vê cîhana ku em têde dijîn de, ji bo ku hebûn, hişmendî û hestên me ên ku hatine tarîkirin ji nûve derxînin ronahiyê û zanebûnê, em gavên şênber ber bi têkoşîna azadiyê a ku di sînorê zanînê de diherike de davêjin. Bi meşeleya agirê azadiyê a me xistiye destê xwe, em ji nûve xwe ji xweliyên xwe di efrînin. Xwe zanîn û xwe dîtinê dijîn. Wateya buyina xwe jiyan dikin. Ev meşa ku bi artêşa jin a bi yek dengî durişma Jin Jiyan Azadî diqîrê de, ber bi şoreşa jinê ve dimeşin. Ev meşa şoreş û azadiyêye. Êdî em serdema şoreşa jinê jiyan dikin. Wek ku Rêber Abdulah Ocalan jî diyar kiriye sedsala 21’mîn wê bibe sedsala jinê, wek jin coşa wê kêlî bi kêlî hîs û jiyan dikin.
Mijaren broşûrê de:
- Felsefeya Jin Jiyan Azadî bingeha têkoşîna 50 salî a Tevgera Azadiya Kurdistanê ye
- Durişma Jin Jiyan Azadî nûvejîna tevahiya jinan e
- Li ‘Jin Jiyan Azadî’ Rast Xwedî Derketin