QAMİŞLO-İro li bajarê Qamişlo yê ji bo her çar Şervanên YPG’ê Diyar Xelîl (Diyar Şoreş), Berzan Şêxmûs (Gerzan Qamişlo), Ehmed Semo (Hêwa Qamişlo) û Aram Îbrahîm (Orhan Qamişlo) di 3’ê Tebaxê di encama bomberana balafireke bêmîrov ya Dewleta Tirk a Dagirker li bajarê Qamişlo Şehîd bûn.
bi amadebûyîna Rêxistinên Ciwana, nûnerên partiyan, saziyên civaka sivîl, Kongra Star, nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, hêzên leşkerî yên kantonê, Federasyona Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li taxa Enteriye ya Qamişlo tev li merasîma oxirkirina şehîdên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûn.
Li goristanê, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hêvî El Seyd axivî û got: “Beşdarbûna bi hezaran xelkê herêmê, bersiveke tund e li dijî dagirkeriya Tirk. Wan îsbat kir ku hêz û vîna wan heye. Dê berxwedanê berdewam bikin.”
Hêvî fedakariyên şehîdan silav kir û got: “Her çar hevalan roleke mezin di şoreşê de lîstin, li eniyan li ber xwe dan da ku welatê xwe biparêzin. Lê dewleta Tirk a dagirker di salvegera qirkirina Şengalê de êriş kir. Divê em hişyar bin. Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin. Xwe îsbat bikin ku em layîqî şehîdên xwe ne û rêya wan in.”
Hêvî di dawiyê de banga parastina destkeftiyên şehîdan kir.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şehîd Rûbar Nezîr Sofî axivî û got: “Em sersaxî ji malbatên her çar hevalên xwe dixwazin. Em dê li ser şopa wan bin û rêya şoreşê û azadiyê berdewam bikin. Ev hebûna we li vir, bersiveke diyar e li hember êrişên dewleta Tirk ad agirker.”
Dûre wesîqeyên şehadeta şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Rêvîn Şêxmûs ve hate xwendin. Piştre girseyê cenazeyê her çar şehîdan li goristanê veşartin.