ŞEHBA-Meş li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û gefên li dijî wî zêde dibin. Di vê çarçoveyê de Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Efrîn û Şehbayê meşek li dar xist.
di meşê de 2 Jinên Ciwan li dijî Tecrîda li ser Rêber Apo helwesta xwe dîyar kirin û soza xwe ji bo Tevlî bûna nava refên Tevgera Azadîyê Kurdistanê PKK dan
Bi sedan jinên ciwanan, xelkê Efrîn û Şehbayê ji Stada gundê Babnisê heya qada gundê Babinêsê meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêber Apo û Yekitiya Jinên Ciwan hatin hildan û bê navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêber Apo û şermezarkirina tecrîdê hatin berzkirin.
Meş li qada gundê Babnisê rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan şaxê kantona Efrîn û Şehbayê Zîn Henan axivî.
Zînê tecrîd û nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber Apo û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî gefên li ser Jîyana Rêber Apo şermezar kirin.
Zîn Henan bang li tevahî gel kir ku her tim li qadan bin û got: “Ji ber ku Rêber Apo jiyan e. Em bang li cihên têkildar dikin ku li hemberî Rêber Apo erka xwe bi cih bînin. Rêbertî ji bo mirovahiyê û ji bo rizgarkirina gelên bindestê Tekoşîn dike.”
Zîn di dawiya axaftina xwe de got: “Em fedaiyên Rêber Apo ne. Em ê çalakiyan bi rêxistin bikin û dakevin qadan heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin
Di dawiyê de bi siloganên “Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê” û ”Bê Serok Jîyan Nabe” çalakî bi dawî bû.