REQA – Îro bi Pêşengtîya Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûrîyê û Yekîtîya Jinên Ciwan li dijî Gefên li ser Jîyana Rêber Apo meşekê Girseyî li darxistin. Endamên sazîya sivîl û Rêxistinên Jinan Tevlî Meşê bûn. Di Meşê de Alên Rêber Apo pankartên ku li ser hatibû nivîsandin ”kesek Nikarê Roja me Tarî Bike” hatin hildan.
Girseya gel li ber Nexweşxaneya Zarokan ya bajar kombûn û heya qada Jinê meşîyan, di Meşê de sloganên ”Bê Serok Jîyan Nabe” Bê navber hat berz kirin.
Dema ku meş gihêşt qada jina Azad li ser navê Ciwanan Mihemed El Elî axivî û wîha got:
Tecrîda giran kirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin Tecrîdeke li ser hemû gelên Azadîxwazin. Dewleta Tirk a Dagirker naxwazê fikir û felsefeya Rêber Apo belavî Cîhanê bibe, lê Rêber Apo bi berxwedanîya xwe ê Zîndanê ve ev yek vala derxist. îro fikir û felsefeya Rêber Apo li tevahî Cihanê belavbûye. em wek Ciwan heya ku Azadîya fîziki ya Rêberê xwe mîsoger nekin emê her li qadan bin û em dibêjin tu kes Nikarê Roja me Tarî bike.
Meş bi Sloganên ”Bê Serok Jîyan Nabê” Bi dawî bûn.