PARIS – KJK’ê bi dirûşmeya “Li dijî êrîşên mêrserwer, em bi jinên Efxan û Şengalê re ne” li du cihan çalakî li dar xistin. Jinên Fransayî piştgiriya xwe ya ji bo kampanyaya KJK’ê diyar kir.
Çalakiya pêşîn li platoya Larzacê ji aliyê Jinên Enternasyonalîst ve hat lidarxistin. Gava 3-9’ê Tebaxê kam hat danîn, jiyan li ser laşê xwe ‘’Jin, jiyan, azadî’’ nivîsî û ev peyam da: “Gava civînên ’Berxwedanê’, em didin xuyakirin ku bi jinên Efxan û Şengalî re piştevan in. Modernîteya kapîtalîst ku xwe bi bavserweriyê xwedî dike, di koka qetila jin, xweza û jiyanê de cih digire. Bersiva me li dijî van êrîşan, wê piştevanî û birêxistinbûna jinan bi perspektîfeke enternasyonalîst be.’”
Peyama ji bo piştevaniyê ya duduyan jî bi çalakiyekê ku Koordînasyona Jinên Femînîst ên Fransayê li dar xist, hat dayîn. Jin ku piştî çalakiyê hatin ba hev, îşaret pê kir ku 3’yê Tebaxê li Şengalê, 15 Tebaxê li Efxanistanê jin hatine qirkirin û li dijî qirkirina jinan peyam ji bo xweparastinê hat dayîn. Jinan wiha kir qêrîn: “Li dijî bavserwerî, hemû dîktatoriyan, bila bijî piştevaniya jinan! Xweparastin li dijî DAÎŞ’ê û Talîbanê! Jin, jiyan, azadî.”