BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî bernameyeke Medya Haber Tvyê bû. Kalkan tecrîd, pêngava 15’ê Tebaxê, berxwedana Şengalê û têkoşîna ekolojîk nirxand.
Axaftina Kalkan wisa ye: “Beriya her tiştî berxwedana Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Tecrîda li Îmraliyê didome. Di vê meseleyê de tu pêşketin tune. Jixwe pergala Îmraliyê bi xwe tecrît e. Pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê. Divê em wê rast fêm bikin. Nabe ku em di rewşa heyî de li hêviya guherînekê bin. Ji ber ku desthilatdarên heyî derew kirin. Ji raya giştî re daxuyaniyek dan. Li ser navê Wezîrê Edaletê û Serokkomariyê axivîn û gotin tu pirsgirêkeke hiqûqî tune. Lê a niha li gorî hiqûqê tevnagerin. Dek û dolaban tînin serê hiqûqê. Hemû pêkanînên di bin navê cezayên dîsîplînê de, vir û derew e, dixwazin dek û dolaban bikin. Me qala armancên wan kir. Hevdîtinê asteng dikin. Dixwazin di sala 25’an de bi pêkanîna hiqûqa Ewropayê re dema rewşa Rêber Apo dîsa were nirxandin û nehêlin Rêber Apo azadiya xwe ya fizîkî bi dest bixe. Bi wan ceza û qaşo cezayên dîsîplînê re dixwazin vî tiştî bikin. Dibêjin ev hemû tişt hiqûqî ne. Ev dek û dolab e, tê wateya ku dek û dolaban li hiqûqê bikin.
Hêzên din ên li wir berpirsyar in jî bêdeng in. Ker, kor û lal in. CPT, Konseya Ewropayê û hêzên din bêdeng in. Saziyên navneteweyî yên ku pergala Îmraliyê pêk tînin û jê berpirsyar in, di nava bêdengiyekê de ne. Bêguman ev bêdengî tê wateya ku li hev kirine. Tê dîtin ku ev sazî piştgiriyê didin kirinên faşîzma AKP û MHP’ê yên li Îmraliyê. Piştgiriyek heye, bi hev re bi rê ve dibin. Ev aliyekî meseleyê ye.
MIROVAYETÎ DIXWAZE DENGÊ RÊBER APO BIBIHÎZE
Li aliyê din têkoşîna li dijî tecrîdê, ya li dijî pergala Îmraliyê, êşkence û qirkirinê û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her qadê geş dibe. Di van salên dawî de, bi taybetî li derveyî welêt, çalakiyên girîng hene. Wek mînak, daxuyaniya çapemeniyê ya di 26’ê Tîrmehê de li Brukselê hat dayîn. Banga çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku ji aliyê sendîka, rewşenbîr û şaredariyan ve bi hev re hate organîzekirin û banga ji bo azadiya Rêber Apo girîng bûn.
Piştre konferansa li Kolombiyayê pêk hat. Ciwanên li Ewropayê û hevalên wan ên enternasyonalîst du caran çalakî pêk anîn; hem dawiya hefteya borî û hem jî çend roj berê. Li Îtalyayê konserek hebû. Daxuyaniyên sendîkayên Îtalî û Skotlandî hene. Li her dera derveyî welat ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber apo bang û xebat hene. Me digot mirovahî dixwaze dengê Rêber Apo bibihîze. Zêde guh nedan vî tiştî. Ev hemû bi awayekî zelal nîşan didin ku pêwîstiya mirovahiyê, derdorên demokratîk, rewşenbîr, siyasetmedar, fîlozof, jin, ciwan û hemû cîhanê bi ramanên Rêber Apo heye. Vê yekê eşkere diyar dikin û dibêjin “Em dixwazin dengê wî bibihîzin, em dixwazin fikrên wî yên nû bibihîzin.” Ji ber ku fikrên Rêber Apo, çareseriya doza Kurdan di serî de, çareseriya hemû pirsgirêkan zelal dike. Xeta neteweya demokratîk, pergala konfederalîzma demokratîk, di rastiya xwe de ev pergalên ku li ser esasê xwerêveberiya demokratîk tê xwestin bên pêşxistin, xwedî wê hêzê ye ku pergala desthilatdarî û dewletê di serî de, dikare ji hemû pirsgirêkên netewe-dewleta modernîteya kapîtalîst re çareseriyan peyda bike. Paradîgmaya ku Rêber Apo pêş xistiye paradîgmaya çareserkirina pirsgirêkan e. Ev paradîgma ye ku civakê perwerde bike, rêxistin bike û civaka rêxistinkirî derxîne holê. Li ser vî esasî bangek heye. Nexwe her kes dibîne û tê dîtin ku gotinên me ne gotinên pûç û beredayî ne. Bi rastî jî di pratîkê de derdikeve holê. Di pratîkê de jî hate îspatkirin.
Jixwe li seranserê Kurdistanê hin çalakî hene. Bi vî awayî gelê me yê Rojava timî li ser piyan e û hestiyar e. Dem bi dem çalakiyên girseyî yên mezin li dar dixin. Di vê çarçoveyê de li Bakur çalakiyên curbecur tên lidarxistin. Li Başûr carinan dibe. Rojhilat jî demekê rabû serhildanê, niha ji ber zextan hinekî qels bûye. Lê ji sedî 90’ê helwesta gelê Kurd baş tê zanîn.
Di vî warî de ev tişt derdikeve holê. Helwesteke mezin heye. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li çar aliyên cîhanê yekîtiya sendîkayên Kurd, jin, ciwan, rewşenbîr û hunermend, siyasetmedaran hene. Li dijî pergala Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê ne. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin. Li ser vê bingehê dixwazin pirsgirêka Kurd were çareserkirin, gelê Kurd mafê xwe yê azadî û demokrasiyê bi dest bixin, bi ser de Rojhilata Navîn a demokratîk û mirovayetî azad bibe, li her qadê şoreşa azadiya jinan bi pêş bikeve, li ser esasê azadiya jinan jiyana azad li her derê belav bibe. Vê bandorê dibînin.
HER TIŞT DI PIRSGIRÊKA KURDAN DE Û PIRSGIRÊKA KURDAN JÎ DI REJÎMA ÎMRALIYÊ DE ASÊ MAYE
Her tişt hatiye di pirsgirêka Kurd asê maye. Şerê Cîhanê yê Yekem ev pergal derxist holê. Peymanên piştî Şerê Cîhanê yê Yekem; Mutakereya Mondrosê û Sewrê nehatin pêkanîn. Peymana encamê Lozan bû. Her wiha bi Peymana Enqereyê ya Îngilîstanê ya 1926’an re sînorê Tirkiye û Iraqê hatin diyarkirin Diyar e; avakirina Komara Tirkiyeyê ya îroyîn li ser qirkirina kurdan, li ser esasê dijminatiya Kurdan hatiye avakirin. Ev yek bandorê li hemû aliyan dike. Pêşiyê li demokratîkbûna Rojhilata Navîn digire û bi terora faşîst gefan li mirovayetiyê dixwe. Me ev got û em îdia dikin. Heke avabûna komareke wisa yan jî Peymana Lozanê ya ku li ser esasê dijminatiya Kurdan qirkirinê qebûl dike nehata pêkanîn, belkî Hîtler û Mûssolîjî jî nebûna. Wê li Ewropayê Şerê Cîhanê yê Duyemîn pêk nehata, wê li ser mirovayetiyê evqasî qetlîam pêk nehata. Ev rewş wisa girîng e. Her tişt hatiye di doza Kurdan de asê maye. Doza Kurdan jî hatiye di rejîma qirkirinê ya Îmraliyê de asê maye. Ji ber ku vîna gelê Kurd li Îmraliyê ye û Rêber Apo ye. Rêber Apo hêza çareseriya pirsgirêka Kurd e. Me her tim ev gotiye.
29 meh in tu agahî jê nayê stendin. Îcar divê em çi bikin? Divê em rastiyê biqîrin. Divê em nirxandin û analîzên xwe xurttir bikin. Divê em têkoşînê mezintir bikin û li her qadê belav bikin. Divê em dev ji têkoşînê bernedin, nesekinin. Ciwanên Ewropayê gotin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, em ê nesekinin û ranezên. Helwesta rast ev e. Bi rastî jî diviyabû heta niha wisa bûya. Lê ji niha û pê de divê zêdetir bi vî rengî be. Çi tiştê jiyaneke din heye? Mirov dikare ji vêya re bibêje jiyan? Bi tenê li ser vî esasî mirov dikare pêşiya jiyanê veke. Bi pîvanên prensîbên demokratîk ên jiyana azad, rêveberiyeke demokratîk dikare derkeve holê. Eşkere ye ku wê bi awayekî din dernekeve holê. Ev jî nîşan dide ku agahînestendina ji Îmraliyê, hebûna rejîma qirkirinê çawa ku li Tirkiyeyê dîktatoriya faşîst anî li Rojhilata Navîn jî demokratîkbûnê asteng dike. Hemû mirovayetiyê di binê vê gefa çeteyên faşîst de dihêle. Mirovayetî dixwaze ji Rêbertî hîn bibe, wî nabihîzin. Em dikarin bi têkoşînê vî tiştî pêk bînin. Ez têkoşînên tên kirin, bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo watedar dibînim û silav dikim. Ez li ser navê partiya me bang li hemû gelê me, jin, ciwan, heval û her kesî dikim ku li ku dibin bila bibin, zêdetir beşdarî vê têkoşîna pîroz, têkoşîna bingehîn a demokrasiyê bibin û bi rêbazên nû yên afirîner têkoşînê mezin bikin.
JI BER PDK’Ê Û DAÎŞ LI HEV KIRIBÛN JI ŞENGALÊ REVÎ
Civaka Kurd a Êzidî ya li Şengalê di nava 9 salan de li ser xeta azadî û demokrasiyê rastî guhertinên cidî hat. Di serî de li hemberî êrîşên qirkirinê xwedî helwest bûn. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê yên qirker bi desteka gerîlayên HPG’ê, YPJ û YPG’ê hatin têkbirin, di civaka Şengalê de di nava jin û ciwanan de hişmendî, rêxistinbûn û berxwedaneke mezin çêbû. Ez vê berxwedanê silav dikim. Ez di şexsê hevrê Mam Zekî de hemû şehîdên leheng ên vê têkoşîna pîroz bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Bi rastî jî ew bûne şehîdên azadiyê, şehîdên demokrasiyê, şehîdên mirovahiyê, şehîdên hevgirtinê. Ew ê her tim jî wiha bimînin.
9 sal temam bûn, ket sala dehemîn. Çalakiyên di 9’emîn salvegera vê êrîşa qirkirinê û berxwedana li dijî wê de girîng bûn. Civaka Kurd a Êzidî bi daxuyanî, meş û çalakiyên xwe helwesteke zelal nîşan da. Saziyên wan, saziyên demokratîk helwesteke zelal girtine. Ev jî pir girîng û watedar bûn. Diyar kirin ku, ew ê gavê paşde navêjin û ew ê heta dawiyê vê têkoşîna rizgarî û demokratîkbûnê bidomînin.
Li ser vê bingehê li Bexdayê jî konferansek hat lidarxistin. Bi beşdariya ne tenê civaka Êzidî, her wiha civakên din ên ku li Iraqê weke kêmnetew tên dîtin, pêk hat. Ew konferans jî girîng bû, encamên girîng derxist. Bi boneya salvegerê biryarên zelal girtin û daxwazên xwe eşkere kirin. Daxwazên civaka Êzidî û kêmneteweyên din ên li Iraqê bi zelalî anî ziman. Dixwazin demokratîkbûna xwerêveberiyê pêş bikeve, bi rastî jî dixwazin Destûra Bingehîn a Iraqê bi hemû hûrgiliyên xwe pêk were. Ew li hin deveran pêk tînin û li hin deveran jî pêk naînin, ev yek jî pirsgirêk çêdike. Ya rast em wisa difikirin ku rêveberiya Iraqê dê vê rewşê binirxîne. Divê wisa bibe.
Helwesta li dijî xiyanetê, ev jî helbet girîng e. Dixwazin PDK bê darizandin. Daxwazek girîng e. Bi rastî reva ku hişt DAÎŞ’ê qirkirina Êzidiyan pêk bîne divê bê darizandin. Heta ev yek pêk neyê, sûcê qirkirinê nayê mehkûmkirin û nayê derbas kirin. Çima reviya? Bi DAÎŞ’ê re li hev kiribû, lewma reviya. Me berê jî gotibû, Gulan an Nîsana 2014’an bû. Hat diyarkirin ku li paytexta welatekî cîranê Sûriyeyê civînek hat lidarxistin. Civînek ku biryar da û êrîşên DAÎŞ’ê dest pê kir. Tê gotin ku di vê hevdîtinê de Mesûd Barzanî jî amade bûye. Bi rastî ev ne wek gotegotek e, teqez e. Li wir bi DAÎŞ’ê re lihevkirin çêdikin. Çi bandor li me kir? Me di nîvê meha Gulanê de Konferansa Bakur lidar dixist. Bi rêya têkiliyên derve agahî hatin. Hate gotin ku hêzek derketiye û wê êrîş bike. Wê Iraq û Sûriyê bike sê parçe. Jixwe di 12’ê Hezîranê de DAÎŞ’ê êrişî Mûsilê kiribû. Di meha Tebaxê de êrîşî Şengalê kir. Ne tenê Şengalê, êrîşî Mexmûrê jî kir. Êrîşî Kerkûkê kir, piştre êrîşî Rojava kir. Êrîşî Kurdan kirin. Wisa hatibû gotin. Bi rastî jî di wê civînê de lihevkirinek di navbera DAÎŞ’ê û PDKê de çêbûye û PDK’ê di serî de razî bû ku çend cihan bidin DAÎŞ’ê û piştre jî lingên xwe kişandin û nexwestiye bide. DAÎŞ’ê jî bertek nîşan daye û ji bo zextan çêbike êrîşî wî kiriye. Ger mirov bala xwe bide PDK’ê tiştekî nîşan nade. PDK’ê li tu cihî şer nekir. Wisa xuya bû ku li hinek cihan şer dikir ku hinek destekê bigire, mirovan bixapîne.
Kurdan piştgirî dan şerê li dijî DAÎŞ’ê. Ev têkoşîn bi piranî ji aliyê Kurdan ve hate meşandin. Yên ku dixwestin piştgiriyê bidin Kurdan, PDK’ê weke rêveberiya Kurd dîtin. Ji bo vê bi ser bixe, bi derewan li dijî DAÎŞ’ê derket. Divê ev were fêhmkirin. Li ser vê bingehê girîng e ku daxwaza darizandinê, bi konferanseke wiha derkeve, ji civaka Şengalê were.
KAMPANYAYA KJK’Ê ZÊDETIR CESARET DA JINAN
KJK’ê jî di navbera 3-15’ê Tebaxê de kampanyayek lidar xist. Bi armanca piştgirî û alîkariya jinên Şengal û Efganîstanê li dijî êrîşê mêrên serdest pêk hat. Ev yek bû sedem ku li Şengalê jî tevgerek çêbibe. Zêdetir cesaret da jinan. Di rastiyê de pêşengên vê guhertinê jinên Şengalê ne. Ji ber vê yekê ev kampanya ew bi bandor kirin. Kampanya berdewam dike. Piştî çend rojan; Dibêjin ew ê di 7’an de li Reqayê forûmê lidar bixin. Bernameyên wan hene. Efganîstan jî girîng e, Şengal jî girîng e. Di rastiyê de êrîşên hegemon ên mêr ên li ser jinan ev e. Lê ew li her derê heye. Yên li vê derê bi darê zorê, lê li hin cihan ziravtir û veşartî tên pêk anîn. Bi xapandinê tê xwestin ku ev tişt bên kirin. Li hemberî van li her qadê têkoşîna azadiya jinê heye. Jixwe îro îdeolojiya azadiya jinê, têkoşîna azadiya jinê, şoreşa azadiya jinê ku li dijî her cure zext û mêtîngeriya desthilatdarî û pergala dewletparêz a pênc hezar salî rizgariyê temsîl dike û bingehên jiyana azad radixe ber çavan. Rêber Apo ev yek xiste ber nirxandin û analîzeke pir berfireh. Beriya her tiştî pêşketinên li Kurdistanê di heman demê de faktorên sereke yên derketina têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û têkneçûna şoreşa azadiya Kurd, têkoşîna azadiya jinê, tevlîbûna jinan ji şoreşê re û afirandina pêşengiya jinê di têkoşînê de di her astê de ye. Ev jî girîng in.
GELO YA DAÎŞ’Ê ‘QIRKIRIN E’, LÊ ÊRÎŞÊN AKP-MHP Û PDK’Ê ÇINE?
Hin dewletan êrîşa DAÎŞ’ê ya li Şengalê weke qirkirin îlan kirin. Bi wesîleya 3’ê Tebaxê Îngilistanê jî biryar da. Elmanyayê dabû. Hat gotin ku destpêkê Emerîkayê biryar girtiye. Tê gotin 13 dewlet in. Hinek dibêjin, 16 dewlet. Gelo yên dibêjin qirkirin ew çi dikin, divê mirov hinekî temaşeyî wan jî bike. Madem ku êrîşa DAÎŞ’ê qirkirin bû ku dema Êzidî qetil dikirin. Piştî wê AKP-MHP û PDK van êrîşan didomîne. Bêyî rawestan êrîş dike. Gelo eger niha êrîşa DAÎŞ’ê qirkirin be, wê demê êrîşên AKP-MHP’ê çine, êrîşên PDK’ê çine? Gelo ma ev jî ne qirkirin in? Gelo li aliyê din yên dibêjin ev qirkirin e, wê demê piştgiriyê didin pêşketina rêveberiya xweser a demokratîk a civaka Şengalê, pêkhatina xweseriyê û avabûna sîstema ewlehiyê? Bêyî vê yekê gotina ‘em qirkirinê qebûl dikin’ ti tiştekî îfade nake. Dibe ku xapandin jî be. Li gorî min bila civaka me ya Êzidî bi hestiyar be. Ji ber ku Elmanya di serî de wê yekê dike. Bêyî rawestan hewl didin ji Kurdistanê veguhezin Ewropayê. Şûna ku piştgiriyê bidin zanebûn, rêxistinbûn û rêveberiya xweser a civaka Êzidî, hîn zêdetir hewl dide ku civakê belav bike û belavî çar aliyên cîhanê bike û ji civakbûnê derxîne. Lîstokên bi vî rengî hene. Civaka me ya Kurd a Êzidî divê li hemberî vê yekê bi hestiyar be. Divê hîn zêdetir zanebûn û rêxistinbûna xwe pêş bixe û ji hêza xwe ya cewherî bawer bike. Helbet divê mutefîkên xwe jî rast hilbijêre. Divê ji jiyana demokratîk a azad a gelan bawer bike û bi wan re têkîliya dostatiyê û tifaqê pêş bixe. Hêza wê ya cewher û tifaqa wê ya bi gelan re, helwesta bingehîn e ku civaka Kurd a Êzidî ji qirkirinê biparêze, rizgar bike û li dijî xeteriyên qirkirinê bibe asteng. Divê mirov li cihek din nebîne. Lewma perwerde û rêxistinbûn, xebata perwerdeyê û zanebûn tam ji 7’ê heta 70’ê salî gelek girîng e ku mirov bibe civakekî rêxistinkirî û xwedî parastina cewherî. Lewma divê zanebûn û rêxistinbûn di her astê de be. Ez ji civaka me ya Kurd a Êzidî re serkeftinê dixwazim.
VÎETNAMIYAN LI DIJÎ SÊ DEWLETAN ŞER KIRIN, LÊ KURD LI DIJÎ HEMÛ NATO’YÊ ŞER DIKIN
Destpêkê ez, berxwedana lehengî silav dikim ku gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê 39 sal in bêyî navber didomîne. Bi rastî jî ev berxwedan heq dike ku were silavkirin. Dema ku nîqaşên ‘gelo berxwedanek wiha bê destpêkirin?’ dema tên kirin, têkoşîna gelê Vîetnam gelekî di rojevê de bû. Her kes bandor dikir. Wiha dihat gotin; Bêyî navber 15 salan şer kiriye, li dijî Japonan, Fransiyan û Emerîkayê şer kiriye. Ev çi gel e wisa ku kariye hêzeke berxwedanê ya mezin raber bike? Kurd bêyî navber 39 sal in li ber xwe didin. Li ser bingehê şerê gerîla derbeyên giran li rejîma qirker a faşîst xistin. Ev şer li dijî mêtingeriya qirker û faşîst a dewleta Tirk tê kirin, divê neyê gotin ku ev şer tenê li dijî dewletekê tê kirin. Vîetnamî li dijî Japon, Fransî û Emerîkayê şer kirine. Kurd li dijî hemû NATO’yê şer dikin. Ji ber ku ji 1985’an û vir ve NATO şer dimeşîne. Meha borî jî fermandariyek ava kirin ku li dijî PKK’ê û Kurdan şer koordîne bike. Di rastiyê de weke fîîlî hebû. 38 sal in ev yek didomiya. Niha ev yek kirin fermî. Kurd li dijî paşverûtiya cîhanê li ber xwe didin. Kurd li dijî zihniyet û siyaseta faşîst, qirker û mêtinger li ber xwe didin. Ev berxwedan her tim heq dike ku were silavkirin.
Destpêkê ez dixwazim vê silav bikim. Yanî di salvegera 39’emîn a 15’ê Tebaxê de di serî de li Rêbertî ez Cejna Gerîla û Vejînê ya 15’ê Tebaxê ya hemû hevrêyên me yên partiyî, gelê me yê welatparêz û dostên me pîroz dikim. Bi taybetî ez vê cejna hêzên HPG – YJA Starê, hemû hêzên me yên gerîla û her kesê ji bo azadiyê şer dikin, pîroz dikim. Di şexsê hevrê Egîd û Zîlanê de ez hemû şehîdên leheng ên Pêngava Lehengiyê ya 15’ê Tebaxê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim.
DI TÊKOŞÎNA 39 SALÎ DE HEJMARA ŞEHÎDÊN ME GIHIŞT 50 HEZARÎ
Hejmara şehîdên me gihişt 50 hezarî. Ev têkoşîna 39 salan wisa xwe bi xwe çênebû. Berdêl xwest, Kurdan ev berdêl da. Cesaret û fedakarî xwest; di serî de civaka Kurd, jinên Kurd û ciwanan hemûyan ev cesaret û fedakarî raber kir. Bi rastî jî li dijî êrîşa qirker a faşîst ku ji her cûre hêzên derve û ji xiyanetê piştgiriyê dibînin, bi lehengî li ber xwe dan. Rêber Apo guhdar kirin, fêm kirin, bawerî bi gerîla anîn, hêviyên xwe girêdan û piştgirî dan, piştgirî dan gerîla. Mîladekî Kurd a bi vî rengî derket holê. Mîlada dîroka Kurd, 15’ê Tebaxê ye. Xeta Apoyî xist nava tevgerê.
Biryardariya Berxwedana Zindanan a Mezin a 1982’an veguherand rêxistin û çalakiyê. Lê destkeftiyên pratîk û geşedan weke esasî bi pêngava 15’ê Tebaxê û bi şerê gerîla ava bûn. Niha li bin hemû pêşketina 39 salan a demokratîk û azadîxwaz a li Kurdistanê, berxwedana gerîla heye. Pêngava 15’ê Tebaxê heye. Têkoşînekî mezin heye ku li ser vî bingehî tê meşandin.
Eger hin kes hebin ku bi pirsa ‘pêngava 15’ê Tebaxê çibû, weke dîrokî çi wate îfade kir, encamên çawa ava kir’ hewl didin fêm bikin, li gorî min bi mukayeseke wisa dikarin xwe bigihînin encamê.