RIHA – Meclîsên Ciwanên HDP’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê danasîna Asîm Sultanoglû yê ku di sala 2016’an de li Karamanê li 45 zarokan îstîsmara zayendî pêk anîbû, li Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Rihayê protesto kirin.
Yên ku erkek wekî xelatkirina kesên ku îstîsmara zayendî ya li ser zarokan qebûl dikin;
Yên ku di sûcên li dijî jin û zarokan de li rewşên sivikker digerin û yên ku dibêjin tiştek bi carekê re nabe, hevkarên îstîsmarê ne. Hikûmeta AKP-MHP’ê ku nîvê şevê peymana Stenbolê betal kir, berpirsyarê îstîsmara zayendî ye. Em danasîna sûcdarên îstîsmarê wek xelat qebûl nakin. Ev bûyer pirsgirêkeke civakî ye, em di wê baweriyê de ne ku pirsgirêkên civakî bi hevkariya civakî çareser dibin. Û ji vir ve em bang li hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendîkayên perwerdeyê, partiyên siyasî, rêxistinên hiqûqî û gelê xwe dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin