TEBQA – Jinên ciwan li Tebqa ji bo azadîya fîzikî ya Rêber APO meşek li dar xistin. Meş li pêşîya nevenda xwendekaran despêkir. Sazîyên ditir ên Tebqa tevlî meşê bûn. Bi sloganan ”Bê Serok jiyan nabe” meş di nav navenda bajer de berdewam kir. Jinên ciwan dan diyar kirin ku xwedî derketina Rêber APO xwedî derketina mîrovahîye ye. Rêber APO rê nîşanê hemû gelên bindest kir. Taybet ji bo jin xebatek û kedek mezin da meşandin. Ji ber keda Rêber APO em niha li vêderê li ser pîya ne. Ji ber vê jinên ciwan bang kirin ku herkesî fikre û felsefeya Rêber APO nas bike, xwe bi rêxistin bike û ji bo azadîya gelna têbikoşe.