ŞEHBA-Li dijî Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û gefên li ser Jîyana wî Rojane Ciwanên Rojavayê Kurdistanê Helwestêb xwe nîşand didin. bi vê bonê Ciwanên Şehbayê li ser armanca Tecrîd kirina Rêber Apo ji ajansa me nûçe Ciwanre axivî:
”ME Bİ CİWANTÎ DESTPÊKİR EMÊ Bİ CİWANTÎ SERBİXİN”
Ciwanê bi navê Ronî İkaş wiha behsa armanca tecrîdkirina Rêber Apo dike: Ev bû 25 salin Serokê me dibin Tecrîdekî girandaye Tecrîdekî bêHuquq û bê Exlaqî li ser Rêber Apo tê meşandin. Ev bû 2 sal û 8 meh tû agahî ji Rêber Apo nîne em wek Ciwan vê tiştê qabûl nakin çawa Rêber Apo gotîye ‘’Me bi Ciwantî Destpêkir Emê bi Ciwantî bi Serbikefin’’ banga me ji hemû Ciwanên cîhanê ne tenê Ciwanên Kurd ji ber Rêber Apo dibêjê Netewa Demokratîk Hemû Ciwan rabin û ev Tecrîda ku li ser Rêber Apo bişkînin û Jîyaneke Netewa Demokratîk navda Jîyan bikin. Em li ser Fikir û Felsefeya Rêber Apo ne û emê heya dawîyê Tekoşîn bikin.
”EM WEKÎ GELÊ KURD TU CARÎ NAKEVÎN BİNDESTÊN DEWLETAN Û KES NİKARÊ ÊDÎ GELÊ KURD TÛNE BİKE”
jînê Ciwan ê bi navê Heva Beşîre wîsa axivî: Ev bû demeke êrîşên Dewleta Tirk li ser herêmên me zêde bûne dixwazê bandorek neyînîn li ser gelê vir jîyan dike bike. Em wekî Ciwan em nahêlin gi Dewleta Tirk a dagirker bigihêjê armancên xwe em hertim li hemberî dijmin bin. Bi xwe perwerde kirinê emê her li berxwe bidin. Naha di şehbayê de dixwazê tirs bixê dilê Ciwanan de dilê zarokan de bixê gelê me lê belê bila Dewleta tirk bizanibê em wekî kurd ji tiştekî natirsin û emê her li berxwe bidin. Bi êrîş kirina li ser heremên Rêveberîya xweser bi topbaran kirina dibistanên Zarokan dixwazê êrîşê Ziman û Çanda me bikê û ji holê rabikê û me tune bike wekî gelê Kurd li ser erdê Cîhanê nêhêlibê. Lê em wek gel emê her li pêşîyê dagirkerîyê Dewletan bisekinin û li hemberê Tekoşînekê mezin bikin û em wekî Gelê Kurd tu carî nakevin bindestên Dewletan û kes nikarê êdî gelê Kurd tûne bike.
NC/ Şahîn Cûdî