QAMIŞLO – Meclîsa Encûmanên Ciwanên Kurd a Rojavayê Kurdistanê daxûyanîyek li dijî êrîşên Dewleta Tirk a Dagirker li ser Bakur û Rojhilatê sûrîyê dan. Ciwanan Helwestên xwe dan nîşadan ku Dewleta Tirk a Dagirker çiqas êrîşên xwe bi dijwartir bikin jî emê tucarî dev ji Tekoşîna xwe bernedin û heya dawîyê Berxwedanîya xwe Mezintir û bi hêztir bikin.
Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin Dewletên hegemonîk û Desthilatdar her dixwastin ku bi tu awayî li Rojhilatanavîn sistemekê Demokratîk neyê avakirin û hertim rê li ber vîna gelên resen digirtin di serî de dewleta tirk a faşîst amadeye bi her awayî projeya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê sûrîyê hilweşîne û Hereme ji gela wê yên resen vala bike.
Di dema dawîyê de êrîşên Dewleta tirk li ser herêmên pir zêde bûn ev Êrîşên tên di dema sedsalîya lozanê de ku ev serkeftin mafê Gelê Kurd, Ereb, sûryan, asûr û ermen çewisandin û Dewleta tirkîyê hate avakirin. Bi van êrîşan di vê demê de tê wateya ku vê yekê ku tirkîyê hîn devji sîyaseta xwe ya qirkirinê nehatîye guhertin û herwîha dixwazê serdema imparatorîya Osmanî vegerînê û li vir em dixwazin bêjin ku tîrkîyê Hêzên sûrîyeya Demokratîk hedef digre.
Ev hêzên ku mezintirîn çeteyên daişê hilweşandin û cîhan û Rojhilata navîn ji xeterîya daişê parastin bi van êrîşan teqez dibê ku tirkîyê tola daişê radike û hevkara waye. Ya ku vê jî hîn teqeztir dike ewe ku di roja 2023/3 Tebaxê de 4 Şervanên me Şehîd xistin di eynî rojê de Komkujîya gelê êzîdî de û ev tê ew wateya ku me gotîye.
Em wekî Encûmana Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê û li ser navên hemû pêkhatêyên Bakur û Rojhilatê sûrîyê êrîşên Dewleta tirk Şermezar dikin û bang ji hemû Ciwanên sûrîyê alîyê sîyasî û hemû kesên bi Azadî û demokrasîyê bawerin ku xwedî li deskeftîyên şoreşa 19 Tîrmehê derbikevin û destek bidin projeya xweserîya demokratîk ta ku em bigihêjin sûrîyeke Demokratîk, pirrengî û bangawazîya me jî ji bo hemû Ciwan û jinên Gelên Rojhilata navîn em destên xwe bidin hev ta ku em karibin Rojhilatakî navîn Demokratîk û Azad avabikin û em ji bindestî metîngerîyê xilas bibin.
Em sersaxî ji hemû malbatên Şehîdan dixwazin.
Daxûyanî bi sloganên ‘’Şehîd Namrin’’ bi dawî bûn.