AACHEN – Li bajarê Aachen ê Elmanyayê bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Kurd ên li Ewropayê û bi tevlîbûna jinên ciwan ên enternasyonalîst, Foruma “Çawa Bijîn?” dest pê kir. Piştre axaftina vekirinê ya komîteya amadekar hate kirin. Di axaftina xwe de diyar kir ku navê Forûma ‘Çawa Jiyan?’ ji Önder APO hatiye girtin. Di heman demê de diyar kirin ku ger îro dirûşma Jin Jiyan Azadî bi pêşengiya jinan li her derê cîhanê hate weşandin, Rêber APO ji bîrdoziya azadiya jinê derketiye.
Bername bi peyamên jinên ciwan ên Rojava û Şengalê berdewam kir. Di peyamên xwe de forûm silav kirin û her wiha bal kişandin ser girîngiya birêxistinkirina jinên ciwan. Piştî bernameyê atolye dest pê kir. Atolye ji beşên Jineolojî û Xweparastinê pêk tên.
Her wiha di salonê de pirtûkxaneya Rêber APO, jiyannameya Rêber APO û goşeyê şehîdan hatin pêşandan.
Agahiyên li ser berdewamiya bernameyê dê di demên pêş de bên dayîn…