SILEIMANÎ – Endama Jinanî Gencî Welatparêz Dîlan Rêbwar herî dawî bertek nîşanî zêdebûna tundiya li ser jinan û komkujiyên li ser jinan li Başurê Kurdistanê da. Dîlan Rêbwar di daxuyaniyekê de ji ajansa Nûçe Ciwan re wiha ragihand;
“Wek tê dîtin di demê dawî de, li gelek bajar û navçeyên kurdistanê kuştina jinan gelek pêş ketiye. Li Hewlêr, Silêmanî û Ranya, dîsa çend roj berê jinek li Qeladizê hate kuştin. Kuştina jinan di bin navê exlaq de pêk tê. Lê belê eger em rast bixwînin kuştin bi xwe şermezariyekî pir mezine. Ji ber ku di her kuştina jinek de, civak ber bi paş ve diçe. Em binêrin dema ku Jîna Emînî hate kuştin li hemû bajaran gel rabû serhildanê û ev yek qebûl nekirin. Ev helwesta herî başbû. Em jî bi heman şêwazî divê kuştin, tund tujî û kolebûyîna jin qebûl nekin. Zilam salarî qebûl nekin. Zilam salarî wisa lê hatiye ku nahêle tiştek bi îradeya jin were kirin. Her tim divê di bin navê zilamekî de, sînorek ji bo jin were danîn.
Wekî tê zanîn û dîtin jin di jiyanê de rolekî wê yê serek heye. Jin pir bi hêz û çalakvane, dikare bi xwe re civakekî pir ciwan jî ava bike. Lê di roja me ya îro de dema em lê binêrin, jin rastî tund û tijî tê lê qet kes girîngî nade van bûyeran. Her wiha em dibînin ku desthilatdarî van tawanan bê ceza dihêlin. Eger helwest hebe wê kuştina jinan jî nemîne. Em di vê mijarê ji sîstemên desthilatdarî bê hêvî ne. ji ber ku sîstema desthilatdarî dixwaze jin zêdetir bike kole û dixwazin me jî bêdeng bikin. lê tam berovajî divê em xwidî helwest bin. Divê em pişta xwe nedin desthilatdaran. Divê em bi xwe li pişta hev bin. Em van tund û tijiyan û koletiyê qebûl nekin.
Hêza me jî heye ku em xwe biparêzin. Bi taybetî helwesta jinan bi hev re pir girînge. Ji ber ku bi helwesta yek kesî em nikarin dawî li tund û tijiyê bînin. Em hemû dest bidin hev li hember her cûre koletî, kuştin, tund û tijyê derkevin, nerazîbûyîn nîşan bidin. Em dibêjin na ji bo tund û tijya jinan, na ji bo kolebûyîna jinan.”