NAVENDA NUÇEYAN –Bi amadeyîbûyîna Endamên Hemû Rêxistinên Ciwanan a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û Şênîyên herema Cizîrê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şervana YPJ`ê Vejîn Jiyan oxir kir ku di qezeyekê de 7 Tebaxê de şehîd bûbû.
Li rex xelkê Herema Cizîrê, endamên saziyên civaka sivîl û hêzên leşkerî di merasîmê de beşdar bûn.
Li goristanê, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Elî Hacî Hesen axivî û got: “Em dev ji şehîdên xwe bernadin û dê li ser şopa wan bin.”
Hesen desntîşan kir ku hêzên leşkerî û QSD`ê hîna li ser soza ku dane xelkê herêmê û dê gelê herêmê û axa herêmê biparêzin.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya navçeya Dêrikê Xalid Dêrik axivî û wiha domand: “Ji erka me ye ku berxwedanê berdewam bikin ta ku armancên şehîdan pêk bînin û gel û welêt biparêzin. Ev gelê ku bi fikr û felsefeya Rêber Apo bawer kir. Heta dawiyê em dev ji vê rêyê bernadin.”
li ser navê Yekîtîya Jinên Ciwan Jînda Yûsif jî got: “Em di şexsê şehîd Vejîn de careke din soz didin ku têkoşîn û berxwedanê li hember êrişên dagirkeriyê berdewam bikin.”
Jînda destnîşan kir ku tevlêbûna xelkê herêmê bi vî rengî, ji tevahî dewletên dagirker re peyameke ku gelên herêmê bi azadî û hêza xwe ve girêdayî ye.
ji bo Tolhildana Şehîd Vejîn 2 Ciwan Soza xwe dan û beşdarî nava refên Gerîlayên Azadîya Kurdistanê bûn û soza Tolhildanê dan.
piştre dayîka Şehîd Vejîn peyamekê bi deng ji bo Merasîmê şandibû hat gûhdar kirin.
Peyama Dayika Şehîd wîhaye: Şehîd Vejîn ne tenê Şehîda min, şehîdê tevahî Gelê Kurd e em sersaxîyê ji hemû Gelê Kurd re dixwazin bawarîya me bi vê dozê heye û em ji vê dozê venagerîn Me Berxweda Em Berxwe didin Emê Berxwe bidin. sersaxîyê ji we hemûyere dixwazim Şehîd Namrin Şehîd namrin Şehîd Namrin
Piştî bidawîbûna axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir. Di dawiyê de, di nava tilîliyên dayîkan de cenazeyê Vejîn li goristanê hate veşartin.