MANTES-LA-JOLIE – Ciwanên Kurd li banliyoya Mantes la Jolie ya paytexta Fransa Parîsê li hev civiyan û turnuvaya futbolê li dar xistin.
Di şexsê fermandar Egîd de a ku Pêngava 15’ê Tebaxê Roja Berxwedana Çekdar de yekemîn guleya ji bo vejîn û azadiya gelê Kurd avêtibû, ji bo tevahî şehîdan deqeyeke rêzgirtin hat girtin, piştê rêzgirtinê axaftinek hat kirin.
Ciwanên Kurd beriya pêşbirkê axivîn û diyar kirin ku divê hemû ciwanên Kurd çand û hunera xwe biparêzin û tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO di zûtirîn dem de bi dawî bibe û ew ê azadiya fîzîkî ya Rêber APO bikin hedefa xwe ya yekemîn. Ne tenê di çanda xwe de, di kirinên xwe de jî.
Her wiha ciwanên diyar kirin ku divê werzîş weke navgîna civakîbûnê bê dîtin û li dijî asîmîlasyona parçeker û rêbazên şerê taybet wê sîstem helwesteke rêxistinkirî nîşan bide, piştî daxuyaniyê bi coşeke mezin dest bi turnuvayê kirin.
Turnuvaya futbolê ya ku bi heyecan dewam kir, piştî pêşbirkan qediya.