HELEB – Bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî… ser bixe azadî” Yekitiya Jinên Ciwan şanoyek li qada Cebenet a taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêşanda.
Bi boneya nêzîkbûna salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê, Yekitiya Jinên Ciwan şanoyek li ser rola jinan di berdewama civakan de û rakirina cudahiyên di nav civakê de li gor fikrê Rêber APO pêşanda.
Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan li qada Cebenet a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi rakirina maşeleyan û wêneyên şehîdan kom bûn.
Tevgera Xwendekarên Demokratîk – Jin şanoyek bi navnîşan “Teslîmnekirina jinan” pêşanda ku der barê zehmetiyên li dijî jinan de di dîrokê de çêbûye û berxwedana wê ya ji bo bidestxistina azadiya xwe û ya civakê bû.