BEHDÎNAN – Weke ku tê zanîn pêngava “Cenga Azadiyê Serbixin” û “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” ji aliyê Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ve hatin destpêkirin. Bi vê kampanyayê bang li hemû ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê hate kirin ku bi awayekî aktîf têkoşînê bikin. Ev pêngavên ku piştî konferansên Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ên di serdema dawî de hatin destpêkirin, hemû ciwanên Kurdistanê seferber kir.
Di dawiyê de rêveberên PKK-PAJK’ê yên partiya me bi taybetî bang li ciwanên Kurdistanê kirin û berpirsyarî û erkên pêvajoyê bi bîr anîn. Piştî van bangawaziyan 20 jinên ciwan ên ji çar parçeyên Kurdistanê berê xwe dan çiyayên azadiyê. Jinên ciwan bi daxuyaniyeke çapemeniyê tevlîbûna xwe ji raya giştî re ragihandin, diyar kirin ku ew 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ya bi tevlîbûna xwe silav dikin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de bang li ciwanên Kurdistanê hat kirin ku ber bi refên azadiyê ve biçin. hat gotin. Hate diyarkirin ku bi taybetî banga PKK û PAJK’ê ya li ciwanên Kurdistanî kiriye ew bi bandor bûye. “Divê jin jî derkevin çiyayên azadiyê.” Di dawiyê de jinên ciwan ku 39. salvegera Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz kirin gotin, “Em soza tolhildana hemû şehîdan di şexsê şehîdên Zap, Avaşîn û Metîna de û parastina mîrateyên wan didin. azadiya fîzîkî ya Rêber APO.” got.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê şervanên jin ên ciwan ve stranên şoreşgerî hatin gotin û dîlana gerîla hate gerandin. Ciwanên têkoşer 15’ê Tebaxê bi yek dengî pîroz kirin û dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan”, “Tolhildan” berz kirin.
Hêzên hegemon di dîrokê de heya roja me ya îro bê navber êrîşê gelê Kurd dike. Li hember van êrîşan ji bo ku gelê Kurd bibe xwedî nasname, welat û ziman ev 50 sale Rêber APO bê navber têkoşîn dike. Hêzên hegemon ji bo ku têkoşîna gelê Kurd tine bikin û ji bo ku fikir û felsefeya Rêber APO di Rojhilata Navîn de belav nebe bi komploya navnetewî Rêber Apo rehîn girtin. Dewleta tirk bawer dikirin ku bi dîl girtina Rêber Apo wê PKK tasfiye bibe û gelê Kurd tine bibe. Lê berxwedaniya Rêber APO ya di girava imraliyê ya 25 sala jî dide xuya kirin ku ev xeyalên wan vala derket û fikir û felsefeya Rêber APO ne tenê di Rojhilata Navin de li tevahî cîhanê belav bûye û ti carî jî nayê tine kirin.
Wek tê zanin ev 2 sal zêdetir tu agahî ji Rêber APO nayê girtin. Tecrîdek mutlek li ser Rêbertiya me tê meşandin. Serî lêdanên ji bo hevditinên ku ji aliyê parazêr û malbatan ve tê kirin bê encam tê hiştin. Ji Rêber APO re haftane cezayên disiplinê tê birin û nameyên tehdîdê tên şandin. Ruxmê ewqas kiryarên dervî mirovahiyê saziyên qaşo demokratin li hember tecrit û işkence a li ser Rêber Apo tê meşandin, bi dewleta Tirk a faşist dagirker re hevkarî dikin.
Şoreşa Rojava a ku bi pêşengtiya jin pêşket bêguman bingeha xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo digre. Îro em wek jinên ciwan ji fikir û felsefeya Rêber Apo a ku ji bo azadiya jin pêş xistiye bandor bûn. Îro ne tenê em, li her deverê cîhanê jin ji fikrê Rêbertî û şoreşa Rojava îlham digrin. Şoreşa “jin jiyan azadî” a ku di giştî cihanê de belav bûye îro bi hezaran jin li derdora xwe kom dike. Ji ber vê dewletên dagirker îro dengê qêrîna azadiya jin li kur bilind dibe êrîşî nasname û hebûna jin dike. Bi vê re dixwazin ji Rêbertî tol bigrin. Lê emê bi red kirina pergala qirêj re darbeya herî mezin dijmin bixin. Emê jî wek jinên ciwan bi şiara Jin Jiyan Azadî xwedî şoreşa jin derbikevin. Ev mîrasa hezaran jinên ku di vê rêyê de canê xwe feda kirine, ev erkê ku Rêber APO daye me ye û em biryara xwe ve xwedî derketina vê erkê didin.
Em wek ciwan jiyanek bê Rêbertî qabûl nakin, ev jiyan jiyanek herame. Emê li derdora şiara “Kes nikare roja me tarî bike” de kom bibin û bi pêl bi pêl berê xwe bidin jiyana azad û bi rûmet. Êdî em dixwazin bi Rêbertî re di Kurdistanek azad de jiyan bikin. Welatek ku her roj di bin dagirkeriyê de ye tişta ku ji bo me nayê qebul kirin bê çalakbûyîne. Li ser vê esasê em wek jinên ciwan biryara çalakiya mezin didin. Me ji bo jiyanek azad û rûmet berê xwe da çiyayên azad. Heya ku welatê me di bin dagirkeriyê de be, heya ku Rêberê me fizîkî azad nebe pêşiya jinên ciwan û ciwanan derweyê rêya gerilabûyînê tû rêyekî cûda nîne..
Em banga ku partiya me PKK û PAJK ji bo ciwanên her çar parçe Kurdîstanê kirine slav dikin û bi komek jinên ciwan re bersîv didin vê bangê. Çawa ku me biryara jiyana azad û tolhildanê da pêwiste bi dehan jinên ciwanên egîd jî berê xwe bidin çiyayên azad. Em soza tolgirtina gelê xwe a ku rojanane rûb rûyê erîşan ve tên, didin. Em soza tolgirtina her parçeyekî, axekî Kurdîstanê didin a ku îro bin dagirkeriya dijmin de ye. Em soza tolgirtina gerilayên a ku bi erîşên hovane wek çekên kimyewî tên qetil kirin didin. Emê Tola Ş. Baz û Helbestan bigrin û em soza şopandina tekoşîna wan didin. Ger em îro dikarin van tiştan bêjin, ger em îro di nav şoreşekî wisa de jiyan dikin, ger em îro bi zimanê xwe diaxifin bê guman ev saya van gerilayên ku rojana di sengeran de berxwe didin û darbeyên mezin li dijmina dagirker didin e.
Em ciwan fedayê Rêber APO, ne çawa ku Rêber APO dibeje me bi ciwantî destpêkir emê ciwantî serbikevin emê xwedî vê gotinê derbikevin û emê bi vê rihê tevbigerin. Bangawaziya me ji bo tevahî jinên ciwan yê her çar parçe Kurdistanê û ciwanên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide ewe ku li ser şopa Zîlanan, Sara û Rûkenan û li ser şopa Vejîn û Vîyanan xwe bigîhînin rêya heqiqetê.
Em bi tevlîbûna xwe salvegera 39’êmin a cejna vejînê 15’ê Tebaxê pîroz dikin. Em soz didin ku di şexsê Şehîdên Zap Avaşîn Metîna de emê tola şehîdan hilînin xwêdî li mîrateya wan derkevin, û fizikî azadiya Rêber APO mîsoger bikin.
Dem dema fizîkî azadiya Rêber Apo ye.
Dem dema tolhildanê ye.
EM DİBÊJİN;
BIJÎ BIJÎ PÊNGAVA 15 TEBAXÊ
BIJÎ PARTIYA KARKERÊN KURDISTAN
BİMRE DAGIRKERÎ, XİYANET Û KOLETÎ
JIN JIYAN AZADÎ
BÊ SEROK JIYAN NABE