KOBANE – Îro li Kobanê Yekîtîya Jinên Ciwan di bin Hemleya Jin Jîyan Azadî Serbixe Azadî çalakîyek ji bo salvegera 15 Tebaxê li darxistin. Di çalakîyê de alên Rêber Apo, alên Yekîtîya Jînên Ciwan û wêneyê Şehîd Vejîn hatibû hildan. Di Çalakîyê de bê navber sloganên ‘’Jin Jîyan Azadî Serbixe Azadî’’ û ‘’Bê Serok Jîyan Nabê’’ hat berz kirin. Dawîyê Çalakîyê de li ser navê Yekîtîya Jinên Ciwan Dicle Kobanê axivî û wîha got: naha ev çalakîya Jînên Ciwan ji bo Şoreşa Kurdistanêye destpêkê em li Rêber Apo û li Tevahî Şehîdên Şoreşê em pîroz dikin.
Di Ciwanan de Rihê Şoreşgertîyê heye ji bo vê jî pêwîste Ciwan xwedî li vê Şoreşê derên û em soz didin ku wekî Ciwan û Jinên Ciwan em Şoreşa xwe mezintir bikin û bi hêztir bikin.