HELEB – Bi wesîleya salvegera Pêngava 15′ê Tebaxê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf ê Helebê merasîmeke leşkerî lidar xist. Endam, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl di merasîmê de amade bûn.
Ji fermandarên YPJ′ê Rojda Efrîn axivî û salvegera Pêngava 15′ê Tebaxê li Rêber Abdullah Ocalan, dayikên şehîdan û gel pîroz kir.
Rojda Efrîn wiha got: “Di vê rojê de fermandar û fedekar Mahsûm Korkmaz fîşeka yekemîn berda eniya dijmin. Teqandina fîşeka yekemîn bû destpêka têkoşîna çekdarî. Ji gelê Kurd û gelê bindest re bû ajoyeke tolhildan û rizgariya ji qeydên koletiyê.”
Rojda wiha dawî li gotina xwe anî: “Bi ked û fedakariya şehîdan em gihaştin vê qonaxa pêşketî ya şoreşê. Em ê têkoşîna li ser xeta Pêngava 15′ê Tebaxê ku roja vejîna gelê Kurd e, bidomînin û destkeftiyan pêk tînin.”
Merasîm bi dirûşmên “Bê Serok jiyana nabe” û”Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.