BEHDÎNAN – Dûh ji bo slavkirina 15‘ê Tebaxe 20 Jinên Ciwan tevlî rêfen gerîla bûbû û ji xwe re rêya azadî û heqiqetê hilbijart in. Ajansa me bi Heval Hêzîl Harûn û Heval Viyan Peyman a ku di nava van 20 Jinên Ciwan de bûn hevpeyvîn kir. Her du Heval banga jinên ciwan û ciwan di her parçe Kurdistan dikin edî jiyaneke rahat li malê qebûl nekin û tola Hevalên Şehîd rabikin bi tevlîbûn di nava rêfen gerîla.
Gerîla Hêzil Harûn: Em, wek jin edî vê sîstemê qebûl nakîn û tola Şehîdan bi hezaran rabikin.
Heval Hêzil Harûn nû tevlî refên Gerîla bû û ji ajansa me Nûçe Ciwan re axivi û armanca tevlîbûna xwe bi wî awayê anî li ser ziman:
“Navê min Hêzil Harûn e ez ji bajarê Hesekê me. Sedema tevlîbûna min, weke hûn dizanin, ev buyê 25 salan ku Rêbertî di zindanê de ye. Rastî 25 sale Rêbertî li berxwedide. Mesela em çiqas dikarin xwe bigehînin asta Rêbertî. Mesela ev bû 2 sal agahî ji Rêbertî tine ye. Her ku diçe tecrîd girantir dibe. Weke jineke ciwan ev tiştan pir bandor li ser min kir. Ji ber em nikarin rewşa Rêbertiya xwe bizanibin; çi jiyan dike, rewşa wê çiyê, rewşa wê ya tendurustî çawa ye? Başe, nebaşe?
Yanî tu agahiya me ji Rêbertî nine. Bi rastî bandoreke pir mezin li ser min kir.
Li çiyayên azad hevalên me li ber xwe didin, her roj çalakî tên kirin. Heval şehîd dibin. Tiştên ku herî zêde li ser min de bandor kir ev in. Ez bi şehadeta hevalan bandor bûm. Sedema min ya dûyemin tevlîbûna di nav refên PKK de, yan jî gerîla de Şehadeta hevalê min bû. Ez pir şehadeta wî bandor bûm û min xwest tola wî û hemû şehîdan hilînim. Şehîd Hêzil Rizgar. Ez pir bi wê bandor bûm. Ji ber vê min xwest ez navê wê rabikim. Di şexse Şehîd Hêzil û hemû Şehîdên Azadiyê de, ezê tola hemû şehîdan hilînim.
Hêzil Peyman sedema tevlîbûna xwe tîne ziman, destnîşan dike ku sedema girîng ji ber şideta ku li hemberî jinan tê pêkanîn û wiha got:
Îşkence li ser jinan pir bi bandore. Jin di nav civakê de hatiyê tepisandin. Eger mirov di xeta azadiya jin de gelek xwe kûr bike. Em jin nasbikin, mafê wî? Li kuderê? Ne tene mafê we, di malê de ye di temeneke piçuk de werê zewicandin. Tenê jin heya wê temenê de dikarê weke li gorê xwe jiyan bike; heta zarokatiya xwe nikarê jiyan bike. Her sîstema ku heye ser tê meşandin. Gelek weke jin, wek jinên ciwan ev sîstema heyî em ser xwe qebûl nekin.”
Di axaftina xwe de, Heval Hêzîl banga giştî jinên ciwan û ciwanên Kurd kir:
“Bangawaziya min ji hemû jinên ciwan re, taybet jinên kurd û hemû jinên cihanê çi netew bibe, li kudere dibe bila bibe, wê sîstem ser xwe qebûl nekin, wê sîstema heyî, sîstema desthilatdaran ser xwe qebûl nekin, berê xwe bidin çiyayên azad.
Rastî ez bi tevlîbûna xwe pir kêfxweş im. Ev demeke kurt e ez tevlî nava refên gerîla bûme. Lê belê rastî hêzeke pir xurt di mirov de dide avakirin. Hesteke pir xweş e. Mirov kesayeta xwe ya rastî dide jiyankirin. Mirov xwe nasbdike, hebûna xwe di wan çiyayan de dibîne. Rastî dema heskirina mirov bi Rêbertî û wan çiyayan re bibe yek, mirov hîn bêtir xurt dibe. Di wan çiyayan de jin heqîqata xwe nas dike, çawa jin dikarê têkoşîn bike, jin hêza xwe diderxe, jin ewqas xwedî îrade ye.
Di nava civakê de jin bê îrade maye, îrade jinê hatiyê xistin. Di wan çiyayan de rastî mirov hêza xwe dibîne. Mirov di wan çiyayan de bi hêz dibe. Ewqasî di wan çiyayan bi hêz in, ewqasî jî mirov di wan çiyayan bi hêz dibin.
Bangawaziya min ji hemû jinan re, werin tevlî nava refên gerîla bibin. Van çiyayên azad de jiyan bikin, bi vê hezkiririne. Bi hezkirin tevlî nava refên gerîla bibin. Bi hezkirin berê xwe bidin çiyayên azad, bi hezkirin tekoşin bikin, tola hemû Şehîdan û jibo azadiya fîzîkî ya Rêber APO. Em hemû jin bibin yek dest, yek rih, yek hezkirin û li gorê we em armanca xwe hin zedetir berfireh bikin. Armanca me gelek tola hemû Şehîdan, azadiya fîzîkî ya Rêber APO, ji bo gelên welatparêz û gelên bindest em her tekoşin bikin. Tekoşina xwe berdawam bikin.”
Heval Hêzil jî li ser Şehadeta Jina Ciwan ya endamê YPJ Heval Vejîn Jiyan axivî û got:
“Şehadeta fermandara me ya nemîr Şehîd Vejîn Jiyan pir bandor min kir. Heste tolhildane, kîna min û hersa min li hember dijim zêde kir û niha diha xorttir bu. Bila dijimin wî tiştî baş bizanibe, eger ew Vejînek Şehîd xistin lê bi la vê bizanibi , wê bi hezaran Vejîn tevlî bibin. Ew Vejînek Şehîd xist û bi hezaran Vejîn tola wê rabikin.”
Heval Viyan Peyman: Bi rihê 15’ê Tebaxê emê Rêber APO azad bikin
Li hember êrişên dijmin ez bûm bersiv.
Yek ji wan jinên ciwan ku bi rihê 15’ê Tebaxê tevlî nava refên gerîla bûye, heval Viyan Peyman e. Heval Viyan, bi ajansa me ya Nûçe Ciwan li ser sedema tevlîbûna xwe axivî û hêst û fikira xwe wisa anî ziman:
“Navê min Viyan Peyman e. Ez ji bajarê Kobanê me. Îro dijmin ji her derî êriş dike û hevalên me şehîd dixe û dixwaze siyaseta xwe bimeşîne û îradeya me tine bike. Ji bo vê ez bûm bersiv. Li hemberî van tiştan, li hemberî van êrîşan ez tevlî nava refên gerîla bûm.”
Jiyana gerîla pir cûda ye, tu bi tenê namînî.
“Dema ez tevlî bûm min heyecan girt. Jiyana gerîla ne weke jiyana civakê ye. Li vê derê her tişt mirov bi hezkirin dike. Hevalên te li derdora te kom dibin, tişteke pir xweş e. Dema mirov diêşe, dema mirov mesela zehmetî dikişîne, pirsgirêka te derdikeve, ew yekser dinêrin. Hevalên me berê me disekinin. Mînak, bi te re alikar dibin. Ev tişt dema ez di nav civakê de bûm tine bûn. Min ewqas zehmetî kişand, kes tine bû ji min re bibe alîkar. Lê li vê derê, jiyana li vir ya gerîla bi rastî pir cûda ye. Dişibe her tişt? Nabe.”
Piştî dagirkeriya Efrînê min nekarî êdî rihet li malê rûnim
“Efrîn weke em giştî dizanin şereke pir mezin tê de çebûye. Niha Efrîn ketiye bindest. Mesela jinên Efrînê, jinên ciwan ên Efrînê her roj êşkence dibînin, her roj zehmetî dikişînin. Ev bû sedem ku ev tişt min pir bi hêrs kir. Ez pir aciz bûm û min got edî bes e. Ez herim bi rehetî li mal rûnim û hevalê min, giştî gelê me li Efrînê zehmetî dikişîne. Min got edî bes e, ji jiyana malê a rehet re edî bes e.”
Bi rihê 15’ê Tebaxê tecrîde li ser Rêber APO bişkînin
“Ez weke jineke ciwan bi riheke ciwantî, bi riheke Apoyî, bi riheke bihêz, bi rihê 15’ê Tebaxê ez soz didim em ê tecrîda li ser Rêber APO bişkînin û em ê Rêberê xwe azad bikin û ez bang li hemû jinên cihanê dikim, hemû jinên Kurd, hemû jinên ciwan û bi taybetî jinên Kobanê: îro jiyana di nav civakê de, jiyaneke ku mafê tişteke nade we, li ser xwe qebûl nekin û îro werin li ser riya azadiyê bimeşin, li ser riya serkeftinê. Li ser riya heqîqetê bimeşin, werin tevlî nava refên gerîla bibin.”