MÛKRIYAN – Komîteya Şehîd Dilovan Fedaî bi daxuyaniyeke çapemeniyê li Mukriyan Pêngava Vejîna 15’ê Tebaxê silav kir.
Naveroka daxuyaniya çapemeniyê wiha ye:
Di serî de em Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber APO, şehîdên me û hemû gelê Kurdistanê pîroz dikin. .Îro roja damezrandina KCR ye. KCR di 15’ê Tebaxê de hat avakirin. Îro ji bo me rojeke pir girîng û watedar e. Rejîma Dagirkeriya Îranê li dijî ciwanan şerekî pir qirêj û taybet dimeşîne. Dixwaze ciwanên Kurd bişînin artêşa wî û xizmeta wî bikin. Em weke ciwan vê qebûl nakin. Rejîma dagirker û pasdarên Îranê dixwazin me ji nirx û çanda me dûr bixin û bêexlaqiyê di nava me de biçînin. Bi polîtîkayên şerê taybet ê li dijî me dixwaze çanda xwe ji bîr bike û erka xwe ya parastina xaka xwe pêk neyne.
Bi vî şerê taybet re leşkeriyê dike erka ciwanan. Ev kiryarên rejîma dagirker a Îranê siyaseta wê ya li hemberî ciwanên Îranê ye. Weke ciwanên vî welatî em soza berxwedan û têkoşînê li dijî van kiryarên bêexlaqî didin.
Li dijî madeyên hişber, leşkeriyê, çûyîna welatên Ewropayê û kuştina jinan bêdeng nemînin û xwe bi rêxistin bikin.
Bimre rejîma îdamê ya Îranê
Bijî Reber APO
Jin Jiyan Azadi