HELÊB – Yekîtiya Jinên ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo bîranîna Ş. Vêjîn Jiyan meşek meşalê li darxistin. Dawî meşê mûm hatin pêxistin. Bi sloganan ”Soza me tolhildan” û ”Şehîd namirin” Ciwanan di nav kolanan Helebê derbas bûn. Dan diyar kirin ku heya dawî li ser xeta şehîdan bimeşîn û xwedî li xewn û xeyalên van derkevin. Li ser vê esasî dû ciwanên Helebê soza xwe yê gerîlabûyîne dan. Diyar kirin ku ciwan tu carî çeka hevalên xwe li erdê nahêlin. Xwedî derketina li şehîdan erkê her ciwanekî, erkê giştî civakê ye.