RIHA – Li Rihayê Endamên Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan di çarçoveya hemleya “LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET, TÊKOŞÎNEK BI HEYBET” de bi ciwanên taxan re civîneke semovarê li dar xistin. Ciwanên ku hatin gel hev bal kişandin ser armanca sereke ya kampanyayê û li ser rê û rêbazên ku divê ciwan xwe çawa li hemberî polîtîkayên şerê taybet û sîxuriyê biparêzin nîqaş kirin.
Ciwanan got, “Em ê li her qadê polîtîkayên şerê taybet eşkere bikin û têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî berfireh bikin.” peyam hatiye dayîn.