HESEKÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan duh li bajarê Hesekê di çarçoveya hemleya Cenga Azadiyê Serbixe û Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî ku ji aliyê Tevgera Ciwan û Jinên Ciwan ve hatiye destpêkirin de civînek hate lidarxistin. Di civînê de polîtîkayên şerê taybet û psîkolojîk ên dijmin hatin nîqaşkirin, asta rêxistinbûna ciwanan hate dest girtin.
Di civînê de ku rêbazên xweparastinê yên li hemberî van polîtîkayan jî ji aliyê ciwanan ve hatin nirxandin, hate gotin ku rêbaza parastinê ya herî girîng Rêxistinbûn e. Li ser vê bingehê di nîqaşan de bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin ku li dora kampanyayên ku hatine destpêkirin xwe bi rêxistin bikin.
Di heman demê de Ş. Vejîn Jiyan a ku 7’ê Tebaxê de di encama qezayekê de şehîd bûbû û Ş. Ozgur Ronî a ku herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û di nava tevgera ciwanan de xwedî kedeke mezin bû jî hatin bibîranîn. Ciwanan li ser jiyana herdu şoreşgerên têkoşînê sînevizyonek temaşe kirin. Her wiha di axaftineke kurt a der barê her du hevalan de hate îdîakirin ku dê têkoşîna her du şoreşgeran were xwedî derketin.
Civîn piştî sînevîzyonê bi dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Şehîd Namirin” ji aliyê ciwanan ve bi dawî bû.