METÎNA – Di nava gerîlayên jin de sê tişt qedexe ne: Nabe, ez nikarim û ez nizanim. “Ewqasî bi ramanên xwe hatine girêdan mîna ku xwedê şevekê weke ji bo Mûsa xuya bûyî, li serê Çiyayê Qendîlê ji wan re xuya bûye û peyama xwe ji wan re ragihandi ye. Di rastbûna baweriya xwe de gumanek biçuk çiye? Ew jî nîne.
Gerîlayên jin take jin in ku ne cendirme, ne pasdar û ne jî Talbendî nikarin Kurdistanê ji wan re bikin çar parçe. Ji Çiyayê Qendîlê bi dengê “rojbaş heval” re şiyar dibin, lê şeva xwe ya li Bakur bi “Heval Şewbaş” diqedînin.
Gerîlayên jin ruhê Qendîl, Zap, Zagros û Avaşînê ne!
Gava tu wan dibînî, tu li wan evîndar dibî. Evîndarê dûbarebûna bûyeran, evîndarê hevşibiyan, evîndarê axaftinên ku bi heman herfê dest pê dikin û bi dawî dikin.
Axir, bi destê te nîve. Ew baweriya te bi dûbarekirina “heval” wek tilîsmekê te dagîr dike. Ger bi kurtî bikarim wêyekê ji bo van çend seatên kurt çêbikim, dibe wiha be:
Bi tîrêjên rojê yên ewil re dengê hevalan di guhên te de diqelişe, tu kes bêyî navê heval bi nav nabe, lê “heval” ne tenê gotinek e, ne tenê sernav e ke; bi dirustî weke nasname ye ku ji bo yek bi yek havan tê dan, hen jî kesên ku qurbaniyek herî bicuk jî didin ji bo ku bi wan re bibin alîkar. Dema ji te re dibêjin heval, tu li xwe difikirî, ma tu hêjayî wî navî yî gelo? Dema ji te re dibêjin heval, germahî, kêliyek şerm û serbilindî… Ger tu bizanibî heval çi erkekî pîroz e, bêyî gerîlatî tu carî newêrî wî navî li pişt xwe bikî.
Wêrekiya wan wisa ye ku dema mirov li wan dinêre êdî tirsa mirinê ji te re pere nake û daristanek dikare bibe nivînek ewle ji bo xewa şevê. Di çavên wan de bawerî û cesaretek mîna ku çiyayek li kêleka te be heye. Her çend tu li wan dinêrî û li wan kûr dibî. Tu dixwazî henekan bi wan re bikî, tu pirsekê ji wan bikî; lê ji dêvla ku mirov çend caran bifikire, ma normal e, ma ez bi wan re sînor derbas nakim?
Tu di van hemû pirsan de bi xwe re yî. Di van hemû baldariyên berfireh de, ji nişka ve hişê te qut dikin û navê te dikin. Heval…Heval…Heval…! Ew we diguherînin, we ji nû ve dinivsinin, we didin avakirin. Nizanim kesên ku gerîllayan dibînin çawa dikarin wek hatina xwe vegerin? Bê ku dilê wan hatibe hejandin, û bi hezaran pirs ji xwe nekiribin? Her yek ji wan cûda ye. Bi awir û tevgerên xwe ve bala we dikişînin û dikin aşiqê xwe. We dikişînin nava ramanên xwe.
Îsrara wan a di bawerî û keda wan de bûye sedem ku dema tu gerîlayek jin dibînî, tu dixwazî tenê gotina xwe bi tenêbi jî bê kiryar bicî nehêlî. Dema tu gerîllayekê dibînî, mirov nikare kiryar û axaftinê wan ji hev cûda bike. Ji ber ku ewqas tevlihev bûne ku ne mimkûne ku wan ji hev veqetînin. Di gerîllayan de tişta herî dawî ku mirov li ser difikire bedewiya dêm û rû ye. Çêtir e ku mirov tenê mînakek di vê barê de behs bike beşe. Ji bo ku hûn bêyî dîtina rûyê wan bibînin, dikevin bin bandora gerîllayek jin. Ya herî dawî ya ku hûn hewce ne xweşikbûna dêm û rûyê wan e.
NC/Dilan Rêbwar