BEHDÎNAN – Pêngava “Cenga Azadiyê Serbixin” “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” a ku ji aliyê Komalên Ciwan ve hate destpêkirin bang li hemû ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê hate kirin ku bi awayekî aktîf têkoşînê bikin. Ev pêngavên ku piştî konferansên Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ve hatin destpêkirin, hemû ciwanên Kurdistanê seferber kir. Ajansa Nûçe Ciwan bi 3 ciwanên tevlî nava refên gerîla bûne re axivî:
Heval Berfîn Çiya biryara xwe dayê û tevlî refên gerîla bû ye. Li ser sedemên tevlî bûna xwe Heval Berfîn bi ajansa me ya Nûçe Ciwan re axifi û hestên xwe ya tevlîbûnê bi wî awahî behs kir:
Li beramberî êrîşên dijimin tevlîbûneke xurt nişan bidim
“Navê min Berfîn Çiya ye. Sedema tevlî bûna min nav refên gerîla; rastî jî taybet weke jinêke ciwan hestê tevlîbûne jiyan kirin an ji bo azadiya xwe tekoşin kirin rastî jî hestek pir cûdayê. Dema mîrov tevlî partî dibe heman demê de taybet weke jinêke ku dema tevlî partî; dibe him tama azadî his dike, him jî weke kesayet xwe nas dike û dijmina xwe jî nasdike. Li hemberî hemû êrişên ku taybet li dijî jin pêşdikevin helwesteke herî xurt û tevlîbûneke herî xurt nîşan dide.
Sedema min ya tevlîbûnê rastiya dijmin û rastiya Rêber APO’yê
Taybet weke jinêke ciwan ya yek sedema tevlîbûna min; wekî em her roj di derdora xwe de dibînin dijimina ku li beramberî me şer dike em û dibînin di heman deme de berxwedanîya Rêbertî ye. Tecrîda ku 25 sale li ser Rêbertiya me bê navber dimeşe rastî tecrîdeke ku wijdanê mirov edî ranake. Li beramberî wê vijdan qebul neke. Di heman demê de berxwedaniyên ku li çiyayên Kurdistanê li beramberî gazên kîmyasal; berxwedaniyeke herî xurt û dîrokî te meşandin. Yanî weke jineke ciwan ev berxwedanî di heman deme de berxwedaniya Rêbertî; min weke jinêke ciwan kar û xebatê ku min dikir min bes nedidît ku ew terî berxwedaniya Rêbertî dike, terî berxwedaniya Gerîla dike ji ber we yeke jî sedema min ya tevlî bûne yek jî ev bû.
Dijmin dixwazê di şexsê Rêber APO de taybet ciwan û jin bixe
Di heman deme pêwiste em weke jin bibin bersiv bibin li beramberî dijmin. Dijminê me dijmineke pir hov û har e. Li her milî ve dixwazê me bixe bin bandorê xwe û li ser me bandora xwe çebike. Taybet dixwazê darbê herî mezin di şexse Rêber APO de li gelê me bixe û taybet li ciwan û jin bixe.
Layikê xeta Rêbertî û xeta Şehîdan derkevin
Bêguman em weke ciwan jî hêza me li hemberî wê pir mezine. Em jî tu carî li beramberî dijimina xwe sere xwe netawînen. Ji ber ku bi taybet di meha tebaxê de, meha ku bi peşengtiya ciwanan Partiya Karkerê Kurdistan hemleya leşkerî despê kiriyê. Em jî weke ciwan di 15’ê Tebaxê de bi rastî bi rihê 15’ê Tebaxê, bi rihê şehîden jin yen kû Şehîd ketine û heya deqa dawî tekoşin kirine; em jî heya dawî ser şopa wan bin. Di heman demê de yanî em bejin taybet di wan demên dawî de rastî şehadetên hevalên me yên pir giranbûha jî me dan. Hevala Vejîn Jiyan, di heman demê de Heval Özgür hevalên me yên pir giranbûha bûn û ev salê ku em ketin jî bi rastî bi fedaîtiya Heval Rûkên û Heval Sara em ketin sala nû. Pewiste em hemû jinên ciwan jî li ser vê esasê bi rihê serferberiyê, bi rihê fedaitiyê ku em tevlî vê pevajoyê bibin. Yanî sedema tevlîbûna min rastî jî ji bo ku ez bikaribim weke jinêke ciwan li beramberî êrişên dijmin li beramberî tecrîda ku li ser Rêbertiya me tê meşandin em bikaribin layikê xeta Rêbertî û xeta Şehîdan derkevin.
Di cenga azadiyê de cihê xwe bigrin û rûmeta mirovahiyê biparezin
Ser vêe esasî careke din ez soza xwe ya nava partiyê nû dikim. Di heman demê de bila hemû ciwanên rastiya kû em jiyan dikin, êrişen ku li ser me de tên, dijminê ku em rû bi rû bi te re şer dikin bibînin û di heman demê de tekoşina ku Rêbertî 25 salên bê navber li hemberî hemû tecrîdê (îzalosyonan) dide, gelek em wek ciwan û Jin jî vana her roj bibinin û rastî em xwedî ji şehîden xwe, ji Rêbertiya xwe, ji gerîlayên xwe derbikevin. Ser wî esasî ez weke jineke ciwan bangawaziya hemû ciwanên Kurd ji her parçeyen Kurdistanê dikim ku tevlî nava refên gerîla bibin. Di cenga azadiyê de cihê xwe bigrin û rastî de rûmeta xwe, rûmeta gelê xwe, rûmeta mirovahiyê em biparezin.
Kî xwedî Rêbertî derkevin? Di serî de jinên ciwan û ciwan
Weke ciwan yê ku xwedî ji Rebertî derkevin ye ku xwedi ji berxwedaniya gerîla û ji xeta Şehîdan derkevin emin, ciwan û jinên ciwan in. Li ser wan esasan careke din ez bangawaziya tevahiya jinên ciwan dikim, bi taybet jinên ciwan yên Botanê bila bibin şopdarê xeta Şehîd Jiyan, di heman demê de bila bibin şopdaran xeta Vejinan û weke jinên ciwan yên Efrinê ez bangawaziya her jineke ciwan û ciwaneke jî dikim ku tevlî nava refên gerîla bibin.
Bibin Şopdarên Vejin, layiikê Rêbertî, Şehîdan û Şoreşa Rojava derbikevin
Rastî jî di nava refên gerîla de insan ciwantiya xwe rast dijî û bi ruhê xwe ya ciwantîye, rastiyê û bi rûmeta xwe, rûmeta gelê xwe û rûmeta hemû mirovahiyê diparêze û bi tevlîbûna di nava refên gerîla dikarin layikê Rêbertiya xwe bin. Layikê şehîden xwe û layikê şoreşa Rojava derbikevin.“
Di ve Cejna Vejin de ya Pîroz em beşdar bû
Di serî de em Cejna vejînê 15 Tebaxê li Serokatî, li Şehîdan û li Tevahî Hevalan pîroz dikin û li gelê me ê walatparêz pîroz û munbarek dikin. Navê min Şahîn Apoyî ye ez li Serokatî û Şehîdan bandor bûm û ez tevlî nava refên Gerîla bûm.
Ez bi kesayet Şehîd Şahîn Cûdî bandor bûm û nave wî rakiriye
Min navê xwe ji Şehîd Şahîn Cûdî girt. Heval Şahîn jî bi fikir û felsefeya Rêber Apo bandor bûbû û hemû xwendekar rêxistin dikir ez jî weke xwendekarekî jê bandor bûm û min navê Şehîd Şahîn Cûdî rakir. Tevlî bûyîna min ku ez wekî Şervanekê ku ez cihên wan Şehîdên ku li Çîyan Şehîd ketine bi çakên kîmyasal û çekên qedexekirî ez li cihê wan Hevalan dagrim.
Banga min ji bo hemû ciwanan jî her 4 parçe Kurdistan
Ez banga hemû Ciwanan dikin Ciwanên Sûre Amedê, Ciwanên Cizîra Botan, Ciwanên Qamişlo, Ciwanên Efrînê, Ciwanên Kobanê werin em li hemberî van dewletên dagirker û xwînxar şer bikin werin em bi hevre Kurdistanekê Azad de bijîn werin em bi hevra dijmin têk bibin. Em bajarê xwe rizgar bikin em walatê xwe rizgar bikin. Em Azadîya Fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin. em walatê xwe di dest van dagirkeran de nehêlin. Hebûna van dagirkeran tûne bûyîna meye em van dagirekeran tûne bikin bawarîya me bi me heye emê bi serkefin serkeftin ya meye.
Were bi rihê Hevaltîyê jiyan bike
Bi rastî jî dema mîrov dibînê di nav van çîyan de bi salan Tekoşîn bike ji bo Gelê xwe ê bindest dema bi Hevalên xwere tekoşîn dikin hestekê pir xweşe. Ew rihê Hevaltîyê dema Kominal tê Jîyan kirin bi hevra Tekoşîn tê kirin mînak Bajarên me ê hatîye dagirkirin bi hevra rizgarkirin ev bû 24 salin zêdetir di zîndanê deye ji tecrîdê girantir li ser Jîyana Rêber Apo dimeşînin. Pêwîste em vê ji xwere qabûl nekin.
Ez ji fikir û felsefeya Rêber Apo bandor bûm
Navê min Özgur Ronî ye, ez tevlî Tevgera Gerîllayên Azadîyê bûm, ez ji fikir û felsefeya Rêber Apo bandor bûm û ez tevlî bûm, min xwest ez vê jiyanê bijîm. Yekemîn tişta ku ez pê re rû bi rû mabûm ji bo kesên ku tevlî vê tevgerê bûne û yên ku zehmetiyê dibînin û dema ku têkevin nav wê û kûrtir tê de kûr bibin, wê ji bo wî hêsantir bibe û ew ê bikaribe di wê de berdewam bike. Ji bo ku em rûyê faşîzmê rawestînin em bi me re bûn.
Ji bo Tolhildan ez beşdar bûm
Ji bo ku em ji bo vî gelî bibin piştgir, ji bo parastina xaka xwe, parastina gelê xwe, li eniyên herî pêş jî gel bi heman rengî bibe alîkar da ku em karibin parastina wan bikin.Min navê xwe li ser navê şehîd Özgur Ronî ji bo ez tol rakim û tevlî nava van refên Gerilla bûm, min çareya yekane dît ku tola vî şehîd hilînim, Tolhildan, min çare dît, ez tevlî van refên Gerîlla bibim da ku ez vê rê, rêya şehîdan temam bikim û belav bikim. ramana Rêbertî û em ji ciwanan daxwaz dikin ku tevlî refên gerîlla bibin û ev tevger e, da ku mirov ji ramana ku dijmin di ciwaniya xwe de çandine rizgar bibe û em ji ciwanan dixwazin ku vê carê dema azadiyê ye, îcar ev dem dema ciwaniyê ye, ne axa xwe parastiye, ne gelê xwe parastiye, ne ji bo vî welatî qurbanî daye, dijmin wê li dijî me derkeve û bikeve nav me, lê vê carê ye. dema azadiyê divê ciwan têbikoşin, ciwan divê li hemberî dijmin bibin hevrik.