AMED – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Nurhak Boran 23’ê Tebaxê saet di 01.20’an de li dijî Dibistana Seretayî ya Ode û Borseyên Tirk a li navçeya Amed Kayapinar 500 Evlerê çalakiyek molotof li dar xist. Yekîneyên Tolhildanê bi çalakiya xwe gotin, “Bersiva me ya li dijî desthilatdariya faşîst a ku li her qadê bi qedexeyan hewl dide zimanê Kurdî asteng bike, zelal e. Em ê teqez rê nedin ciwanên me li dibistanên we asîmîle bibin û têkoşîna xwe li her qadê bilind bikin.”