ŞIRNEX – HBDH Mam Zekî 21’ê Tebaxê saet di 11’an de li dijî wesayîta zirxî ya ku li Şirnex-Silopiya/Taxa Nûhê çalak bû bi molotof û fîşekên hewayî êrîşek li dar xist.
Daxuyaniya Çapemeniyê ya Milîsên HBDH;
Dewleta faşîst piştî qetlîamên hovane ji bo serketineke derewîn qîr dike. Lêbelê, ew li tu derê xwe ewle nabîne. Ew dizane, ew e ku li her derê di bin êrîşê de ye. Dizane, xebatkarên li her derê bi hezaran çavên wî dişopînin. Dizane ku di her kêliyê de, li her kuçeyekê, li kolanekê, li rawestgehekê dibe ku şervanên fedakar ên şoreşê li ber xwe bidin! Milîsên me li dijî êrîşên qirkirinê yên dijminê faşîst ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê çalakî pêk tînin.
Êvara 21’ê Tebaxê em li Şirnexê li dijî dijmin derketin. Di saet 23.00’an de me li Silopiya/Nûh Mahalesiyê li ser wesayîta zirxî ya li Kolana 8’emîn dewriye girt. Li dijî polîsên faşîst ên bi wesayîtên zirxî nobetê digirin, me bi molotof û fîşekên hewayî çalakiyek li dar xist. Milîsên me piştî çalakiyê bi awayekî serketî ji qadê derketin.
Zextên We, Kuştinên We Ranakin!
Em ê Dewleta Faşîst hilweşînin!
Yek Rê Şoreşa Yekgirtî!