QAMIŞLO – Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê li pêşîya Netewên Yekbûyî kombûne û daxûyanî dan. Di daxûyanîyê de êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî rojnamevanên şoreşê şermezar kirin. Diyar kirin ku dewleta tirk a faşîst bi zanebûn xebatên ragihandinê hedef digre. Dixwaze dengê civakê û taybet dengê şoreşê qut bike.
Rojnamêvan ji ajansê me re axafîn. Zînar Cafer, rojnamevanê Çira TV diyar ku ”Di wextên dawî de dewleta tirk a dagirker gelek kes, sasî û pêşengên civakê kirin hedef. Ji despekê salê heya niha 6000 êrîş li ser heremê pêk anî. Weke rojnamevan emê li hemberî van êrîşan hîna xebatê xwe xurt bikin. Rastîya dagirkerîyan derxîn holê û hemû qiretîyên hezên dagirker eskere bikin. ” Her wiha banga ciwanan kir. ”Lazime ciwan hîna zedêtir rêxistinbûna xwe xurt bikin. Ger ciwan rêxistinbûna xwe xurt bikin wê dagirkerî teqez têk biçe.”