ŞENGAL – Di 11’ê Tebaxê de Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku şervana wan Vejîn Jiyan (Hîcran Ecûz) a ku di 27’ê Tîrmehê de di qezayekê de bi giranî birîndar bûbû, şehîd bû. Şehîd Vejîn yek ji jinên ciwan bû ku piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê liser Şengalê bi hawara civaka Êzidî ve çûbû, ji bo keda wê di ber rêxstinkirina ciwanên Êzidî û parastina Êzidiyan ji fermanê li Şengalê Ş. Vejîn bi merasîmekê hate bibîranîn.
Merasîm bi pêşengiya Yeketiya Jinên ciwan ên Şengalê, li goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hate pêk anîn.
Di mersîmê de bi sedan kes tevî nûnerên sazî û rêxistinên civaka Êzidî beşdar bûn.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir û piştre ji aliyê dayîkên Şehîda ve Mûm hatin pêxstin. Her wiha liser navê ciwana Sara Botan axvî, di serî de di şexsê Şehîd Vejîn de tevahiya şehîdên tekoşîna azadiyê bibîranî û da diyakirin ku Şehîd Vejîn yek ji wan jina bû ku bi temenê xweyê ciwan, xwe di be rparastina civaka xwede berpirsiyar dît û piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê berê xwe da Şengalê. Ji bo civaka Êzidî bibe xwedî îrade û rêxtina xwe çêkin bê navber û be salan di nava kar û xebatan debû. Vejîn bibû parçeyek ji civaka me û di her milî de xwe liber civaka xwede berprisiyar didît.
Botan got jî em wek jinên ciwan ên Şengalê tekoşîn û berxwedaniya Ş.Vejîn a li Şengalê emê bikin mînak û heya dawî liser wê xetê bin. Ji bo em karibin xewin û xeyalên şehîda pêk bînin emê rêxstina xwe mezin bikin. Her wiha liser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Neam Bedel û malbatên Şehîda jî Pakîza Celal axivîn û destnîşan kirin ku ji kuderê berê xwe dabine Şengalê û ji bo civaka me ked dabin em wan bi rêzdarî bi bîrtînin û keda şehîda a ji bo xweseriya Şengalê emê ticarî jibîr nekin. Erê raste bi şehîd bûna van hevala em pê dêşin lê xeta wan daya pêşiya me wê heya serkeftinê dewam bike û em liser pêk anîna xewin û xeyalên wan bihêztir dibin.
Piştre liser jiyana Şehîd Vejîn re Sinevizyon hate pêşandan û bi dirûşmeyên ‘ Şehîd Namirin’ merasîma bîranînê bidawî bû.