BEHDÎNAN – Pêla şerê gel ê şoreşgerî ku sala 2012’an li Bakur destpê kir, li Zap û Zagrosan belav bû. Di vê çarçoveyê de 23’ê tîrmehê li navbera Şemzînan û Colemêrgê tevgereke şoreşgerî hate destpêkirin. Gerîlayan bi pêşengiya fermandarên weke Reşîd Serdar û Çîçek Botan qereqol dagir kirin û operasyonên şoreşgerî pêk anîn. Êdî li şûna rêbaza ‘lê bide û bireve’, taktîka ‘lê bide û lê bimîne’ dihate bikaranîn û diketin nava bajaran. Bi sedan gerîla bi taybetî li xeta Şemzînan-Geverê çalakiyên bi bandor û dîrokî pêk anîn.
Artêşa Tirk ji bo karibe xaka Kurdistanê kontrol bike avakirina qereqolê weke rêbaza bingehîn bi kar dianî. Bi taybetî li ser xeta sînor a navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê li her gavê qereqol, kalekolek hebû. Dewletê piştî ku bi sedan leşker li van qereqolan bi cih kir, malbatên wan jî anîn bajarên Kurdistanê û ji aliyê civakî û leşkerî ve hewl dida serwer bibe. Leşkerên dagirker ji qereqolan liv û tevgera herî biçûk a gel jî 24 saetan dişopandin û bi çekên giran bombe li qadên sivîlan ên gundiyan, li bexçe û gundan dibarandin. Şerê psîkolojîk li dijî gel dimeşandin. Di êrîşên ji qereqolan de gelek zarok, jin û gundî dihatin qetilkirin.
Gerîla ku artêşa fedaî ya gelê Kurd e, nikarîbûn van êrîşan ji nedîtî ve bên. Fermandar û gerîlayên şerker di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de bi cidiyet û hesasiyeteke mezin amadekariyên çalakiyê nîqaş kirin. Ne tenê ji bo têkbirina dijmin di heman demê de ji bo qedandina sîstema dagirkeriyê ya li ser Kurdistanê pêwîstî bi van çalakiyan hebû. Gerîlayan bi vê armancê amadekarî qedandin. Li herêmên Karataş, Goman, Oremar, Şîtaza, Kanî Orê, Çelê bi gelek çalakiyan avêtin ser qereqolên dagirkeriyê û li ser hemûyan serwer bûn.
QEREQOL DI NAVA 20 DEQEYAN DE BI DEST XISTIN
Yek ji çalakiyên herî bi bandor ên sala 2012’an çalakiya li ser qereqola Harûna ya navbera Şemzînan û Geverê bû. Cudahiya çalakiya Harûna ji çalakiyên din ew bû ku êrîş bi rengekî fedaî hate kirin. Gerîlayên tevlî vê çalakiyê bûn şehadet dan pêşiya xwe. Ji ber vê yekê hevrêtiya navbera gerîla her roj bêhtir xurt bû. Gerîlayên fedaî ku her yek ji parçeyekî Kurdistanê bûn, ji bo çalakiya Harûna li hev kom bûn. Ji Bakur Ekîn Amed, Cûma Goyî, Aşîkar Bagok û Mordem Avaşîn, ji Rojhilat Newal Sîdar û Çirav Ûrmiye, ji Başûr Karwan Gabar, ji Rojava Dinya Tilebyad. Van gerîlayên leheng bi karê xwe nîşan dan ku ew hêza berxwedanê ya neteweyî ya Kurdistanê ne. Li ser qereqola Harûna çalakiyeke fedaî hate kirin. Gerîlayan li gorî ku plan kirin saet di 15:00 de çalakî dan destpêkirin.
Çalakî ji du baskan ve hate kirin. Komek wê biketibûya cihê razanê yê leşkeran, koma din jî wê li derve lê bida. Armanca gerîla ew bû ku qereqolê bi temamî ji holê rakin û derbeke mezin li dagirkeran bixin. Saet di 15:00 de du tîm ketin nava liv û tevgerê. Tîma gerîla ya fedaî ya ji 8 kesan çalakî da destpêkirin. Di nava deqeyekê de derbên giran li cihê nobedê û çeperên nêzî wê xistin, piştre ketin nava qereqolê. Di nava 5 deqeyan de avahiya qereqolê, koxûş û gazîno bi dest xistin. Gerîlayan 20 deqeyan li nava qereqolê lêgerîn kirin, yên ku xwestin êrîşî wan bikin ceza kirin. Di heman demê de li kulûbeyên nobedê û çavdêriyê yên qereqolê îmha kirin. Di çalakiyê de her wiha 2 tank û panzerek hatin îmhakirin.
Qereqola Harûna di nava 20 deqeyan de ketibû destê gerîla. Di encama vê çalakiyê de 60 leşker hatin kuştin. Ekîn Amed, Dinya Tilebyad, Newal Sîdar, Çirav Ûrmiyê, Karwan Gabar, Cûma Goyî, Aşîkar Bagok û Mordem Avaşîn tevlî karwanê şehîdan bûn.
Piştî çalakiya li ser qereqola Harûna hin belgeyên artêşa Tirk ketin destê gerîlayan. Di wan belgeyan de dihate gotin, ‘Eger çend êrîşên mîna li ser qereqola Harûna hate kirin pêk were, em ê neçar bimînin xwe ji Şemzînanê vekişînin’. Gerîlayên ku ev çalakî kirin ji bo dawî li dagirkeriya li ser Kurdistanê bînin û ji bo paşeroja azad a gelê Kurd canê xwe feda kirin.