NAVENDA NÛÇEYAN – Dema ku Çeteyên Daiş bi desteka Dewleta tirk ya dagirker êrîşê Kobanê kirin bi dehan Ciwanû Jinên Ciwan li Kurdistanê û Hemû Cihanê Ji bo Parastina nasnameya Mîrovê Azad Berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê di wê Şerê de bi dehan Destanên Qahremanîyên hatin nîvîsandin yek ji wan destanan Şehîd Jîyan Tolhildane.
Şehîd Jîyan Tolhildan Di sala 1991’an de Ji dayik dibe. Di temenê xwe ê biçuk de Rêxistinê nasdike berîya ku li Rojhilata Navîn Serhildanên Gel destpê bikin wê demê Şehîd Jîyan Tevlî Tevgera Azdîya Kurdistanê dibe demekê li Çîyayên Azad Perwerdeya xwe dibîne di pêvajoya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de wê demê Tevlî xebatê Şoreşêdibe li seranserî Rojavayê Kurdistanê bi dehan Ciwan û Jînên Ciwan perwerde û Rêxistin kirin. Dema ku daiş êrîşê Kobanê kir wê demê Şehîd Jîyan li dijî vê yekê bê deng nema û derbasî qada Şer bû bi dehan çete bi destê wê hatin kuştin di vî Şerê de bi dehan Ciwan û Jinên Ciwan heta nefesa xwe ê dawîyê li berxwedan û nehêştin ku Kobanê bikevê. Heval Jîyan piştî Berxwedanîyekê mezin li dijî Çeteyên Daişê digihêje Şehadetê bi vê bonê ve Ajansa me Nûçe Ciwan li ser Jîyan û TekoşÎna Şehîd Jîyan Tolhildan bi Dayîka Şehîd Jîyan Fatma Gûlê Qasim Hevpeyvîn kir.
Navê min Fatma Gulê Qasim ji minre dibêjin Dîya îvan.Şehîd Jîyan sala 1991’an de mêha hezîranê ji dayîk bû. Destpêka mede heya sala 2000 rî em li gun mane. 2 salê xwe çû dibistanê û piştre em çûn şamê em salê 2000’rî çun şamê ji salê 2000’rî heya salê 2007’an de li şamê dibistan xwendîye piştre gihêşt refa 7’an de ez êdî xwendina rêjîmê nakim ji bavê xwere got hukumet tu bawarîyê bi me nakê ji ber carekê Pêşbirkek jê xwestibûn vê carê şehîd Jîyan pile baş anîbû gotibûn tu çi tişte Şehîd Jîyan jî gotibû ez Kurdim tiştek ji tere dernakevê vê car aciz bû revî û got êdî ez erebî naxwînim. Piştî 2007’an de dest bi xwendina Kurdî kir çû xwendina Kurdî li zûrava astê yekem xilas kir bû mamoste kete nav kar piştre çu karê Terzîyê jî dikir karê xwe jî dikir terzî jî dikir. Sala 2010 dewlet ket di salê 2009 ê dewlet ket pê û xwestin wê bi girin. Di mal de Keseytekê bê deng her tim dixwand her xwesteka wê pirtûka Kurdî bû li ser Kurdîtîyê bû.
Carê ket Koma Newrozê li şamê piştî salê 2000’rî pirsgirêk çêbû her kes zarokê xwe di mal de hêşt ê me bavê xwe li pêşîyê ve kir got hûn çi dikin bikin. Piştre kete Komê de piştî Kom xilas kir karê Ciwana kir yanî newrozekê duyan karê Komê kir piştî karê Ciwana kir piştî ku ket karê Ciwana li şame karê tevlî bûnê dikir Rojêkê dû Heval hatin gotin êdî Jîyan di nav me deye nerîna we çîye me got ser çavan û gotin wê Jîyan biçe çîya. Wê demê me jêra hazîrî kir ji bo Hevalan pêwîstî ya Hevalan me kirîn û Çenteya wan dagirtin min û bavî wî me hanî gerajê seat 11’an şevê hinek Heval hatin moral çekîrin me xwerin danî xwerin û me bi hevre ji bo bîranîn çend dîmen û wêne girtin û piştre me wê rêkir çû çîya di wê demê de ma ne kes ne dihêşt zarokê xwe bişînin çîya yanî weke dewletê hertişt li ser gel kir. çend salan ma li çîya me her gerî 2-3 sal çû gotin Jîyan hatîye Kobanê dema ku Heval Rûstem Cûdî Şehîd ket em çûn merasîmê. Me wê demê Heval Jîyan li wir dît tuş kîva tê got ez ji Çîyan ve hatime Kobanê min hew hembêz kir min hew maçî kir min got mal ne xirabê tu ne li min dipirsê û got di vê Şoreşe de Dayîka me zehfin ev Kobanê hemû dayikê minin de min got başe keça min di sala 2012’an de li kobanê xebatê Ciwanan meşand.
Piştîwê derbasî Amûdê bû wê demê ez û bavê wê ji şamê hatin zîyareta wê. Heval Jîyan em birin mala jinê em birin navenda Ciwana em qederekî gerandin wê demê li ser karê Ciwana bûn destpêka Şerê Serêkanîyê bû rabû Heval hatin gotin çend rojî dî bimînin me got ‘na na’ em Şamê hatin em cardî vegerîyan çûn mal. Bû 2013 me mala xwe hanî gund em hatin gund rojekî telefona min kir got ka ji mere hinek pêwîstîyan bîne navenda me min got navenda we li ku derêye got li Dêrîkêye. destpêka Şerê Kobanê bû li ser esasê herin dêrîkê perwerdê wê rojê telefona min kir ez rabûn min jê re hamû pêwîstî, sebze tişt min kirî û min jêra birin ez li navendê wan heya nîvro mam piştre ez hatim mal û 2 roj di sera çûn min carekî din telefona wan kir min pirs kir Jîyan çû kuderê gotin Jîyan çû Kobanê çawa Çû Kobanê gotin Şerê Kobanê destpêkirî û dest ji perwerdê berda got li Kobane Şere ezê li wir bim û çû. Ma heya carenê Telefonê me dikir me Telefon wê dikir Dema PDK dest bi kolandina xendekan kir me wê demê Heval Jîyan li wir dît. Piştî wê derbasî serêkanîyê bû. Me zû bû zû me ne didît heger çalakîye kî wîsa mezin çênebûbûya me ne didît. heta me carenê telefon dikir ka tiştin lazime di go ev ji minre lazime me jêre rê dikir.
Dema Şerê Kobanê min telefonê wê kir ji minre got ji minre dua bike em dorpeç kirîne. Min wê demê got keça min ya herî girîng berxwedane. Piştî wê Erebe hat pêşîya Şehidlikê ez ji merasîma Şehîdan vegerîyam mal min wê demê li ser ragihandinê me dî ku Sozdar Feqe Şehîd bûye. wir û şunda çûm û ez rûnîştim Keça min ya din telefenê min kir got ez li rebia birîndarim. Piştî wê em çûn nexweşxanê roja piştî wê Heval hatin û me merasîm ji bo Heval Jîyan li darxist. me soz dayîye Şehîdan tu caran em li pey wan venagerin hema her demê min dema ez çavê xwe digrim min digot Jîyan saxe birîndare min dît her demê min didît di go ez li Kobanê me tu hewara min were piştî ku salek li ser Şehadeta wê re derbas bû em çûn Kobanê. Dema ku em ketin Kobanê min dest bi girîyê kir ez nizam di wirda çi hest mira çêbû ez wîsa digirîyam. Em rabûn çûn gerîyam heta em çûn navendan em li navendê gerîyan heta me hinek heval wî dîtin me wê demê Hevala ku pêre birîndar bûye dît em bi hevre navenda YPJ û em çûn tepê helencê hinek malbatên Şehîdan bi mere hatin û hinek Hevalên ypj û hevalên Ciwana û hevalê li ser wîkarê dikir erebe tijî bû û em çûn em jî dema çûn serê Çîyayê Kobanê ser tepê helence min li serê wê çîyayê min qîrek da min got Jîyan ma tu li ku derê. heval heta karê nîv seatêkê mewzîyê Hevalan gerîyan wekî berê hîn tiştek nehatibû guhertin hîn kes neçûbû.
Em hatin wêderê sekinîn Hevala hemûyan gotin emê vê rêka hanê re herin belkî erd mayîn kirîye min got ez divê rêyê de nayem min got ez vê rêya kurt re herim malê. me cenazeyême me dît me rakir me hanî nexweşxanê û em hatin mal û serê we hemûyan saxbê û Şehîd namrîn işallah heyanî noqteyek xwîna me hebê em tê de dozawan venagerin û em her demê bi Şehîdanra ne. Bi xwedê Jîyan di zaroktîya xwe de kesyetekî wîsa bi cesaret bû, bi hêz bû Vîyan jî wîsa bû Jîyan jî êdî hemû xwîna Şehîdan li erdê nemînê. xwedê mala xayînan xirabikê tiştek ji Xayînanre nemînê besi xwe bifroşin xwedî li walatê derkefin ev dûnya hemî Şerê xwe li ser walata meye ev na walatê xwe difroşin. serkeftin ji were spas ji were bijî Serok Apo Şehîd Namrin Şehîd Namrin bijî Berxwedan Ciwana.
NC/ŞAHÎN CÛDÎ