NAVENDA NUÇEYAN – Aktivîstê aştiyê, dostê Kurd Claus Schreer roja borî li bajarê Munîh ya Elmanyayê di 84 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Aktivîstê aştiyê Claus Schreer ji bo ku di sala 2018’an de li xwepêşandanên protestokirina Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê, alaya YPJ’ê û pankarta ”Ji Ocalan re azadî” hilda, di derbarê wî de doz hatibû vekirin. Dadgeha Îdarî ya Munîhsê bi hinceta ku ”propagandaya PKK’ê kiriye” 2800 Euro cezayê pereyê lê birîbû. Schreer îtîrazê li biryarê kiribû û di encama îtîrazê de ceza bibû 250 Euro.
Kerem Schamberger ku ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî diyar kir ku Claus Schreer di şeva 24’ê Tebaxê de li mala xwe ya li Munihê jiyana xwe ji dest daye û beriya rojek jî ti pirsgirêkên wî yên tenduristiyê tune bûn û got: “Li nexweşxaneyê otopsiya wî tê kirin. Me hê hîn nekir ku çima jiyana xwe ji dest daye.” Schamberger diyar kir ku piştî otopsiyê wê bernameya merasîma cenazeyê Schrer bê eşkerekirin.
DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO KIRIBÛ
Aktivîstê Elman Claus Schrer di nûçeya ku di 21’ê Kanûna 2022’an de hatibû weşandin de wiha gotibû: “YPG ku li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê Rojava û bi hezaran Êzidî rizgar kirin, ne krîmînalîzkekirinê hêjayî rêz û hevgirtinê ye. Daxwaza rakirina qedexeya PKK’ê û azadiya Ocalan, parçeyek ji mafê azadiya îfadeyê ye ku di Destûra Bingehîn de cih digre. Ji bo çareseriya aştiyane ya şerê aloziya di navbera Tirkiye û gelê Kurd de, azadiya Abdullah Ocalan êdî pêwîstiyeke ku nayê paşxistin.”