QENDÎL – Gêncanî welatparêz yê binarî qendîl bi daxuyaniyekê tecrîda li ser rêbertî û îxaneta li başûrê kurdistanê şermezar kirin. Li ser navê gêncanî binarî qendîl
Daxuyaniya gêncan wiha ye;
Bi salane gelê kurd ji bo ku xwe bighînin jiyanek azad û demokratîk, şer û berxwedaneke bê hampa didin meşandin. Gelek kesayetiyên kurd bûne sembola tevahî mirovahî û azadîxwazan. Tevgera azadiya kurdistanê jî bi pêşengtiya Rêber Apo pêncî sale bê navber ji bo azadiya gelê Kurd û mirovahiyê têkoşîn dikin.
Ev bû 24 sale Rêber Apo di bin êşekence û tecrîda herî giran de ye. Ji bo mafê kurdistan û mirovahiyê têkoşînek bê hampa dide meşandin. Rêber Apo zindana îmraliyê veguherandiye cihê şer û têkoşînê.
Ruxmî ev hemû têkoşîn û şerê ku bêrawestan tê meşandin, îxaneta ku li kurdistanê îro di şexsê mala barzanî de tê meşandin, li pêşiya azadî û demokurasiya bûye astengiya mezin. Li kêlek vê gerîlayên azadiya kurdistanê şerê ku didin meşandin dibe bersiva herî mezin li hemberî îxanetê. Em wekî gêncanî welatparêzî kurdistan yê binarî Qendîl helwesta xwe li hember van êrîş û îxanetan didin diyar kirin. Ta ku em azadiya fêzîkî ya Rêber Apo misoger nekin emê dev ji têkoşina xwe bernedin.